Ji bo gêrîlayê PKK'ê Kortak mala sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîlayê PKK'ê Kortak mala sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîlayê PKK'ê Ahmet Kortek yê di sala 1995'an de li gel 11 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û di sala 2010'an de di gora komî de cenazeyê wî hat dîtin mala sersaxiyê hat vedan.

Li gundê Bahewê yê Kerçewsa Mêrdînê di sala 1995'an de pevçûn derket û 11 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. 11 gêrîlayên PKK'ê di gora komî de hatin definkirin û di sala 2010'a de hestiyê wan hatin dîtin.

Piştî hestî hatin dîtin şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Encama otopsiyê diyar bû û nasnameya aydî 3 gêrîlayên PKK'ê diyar bibû. Nasnameya 8 gêrîlayên din jî diyar nebibû. Di otopsiyê de nasnameya gêrîlayê PKK'ê Ahmet Kortak diyar bû û piştî nasnameya wî diyar bû û şûnde malbata gêrîla Kortek li gundê Kuzerifê yê navçeya Stewra Mêrdînê mala sersaxiyê vedan.

Di mala sersaxiyê de wêneyên gêrîlayên PKK'ê haten vekirin. Rêvberên BDP'ê yên navendî Hevseroên BDP'ê yên Mêrdînê Reşat Kaymaz, nûnerên MEYADER'ê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyên din tevlî mala şînê bûn.

Di ziyareta mala sersaxiyê de nûnerê MEYADER'a Mêrdînê Ramazan Kalkan axaftin kir û diyar kir ku, ciwanên Kurd bedena xwe dan ber guleyan û ji bo azadî û mafê gelên Kurd têkoşîn dan. Kalkan da zanîn ku, ew dê heta dawî li doza wan xwedî derkevin."