Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji bo gerîlaya şehîd Yalçinkaya şîn hat danîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Sorxwîn) ku li herêma Besta ya Şirnexê di operasyonekî de şehîd bû, şîn hate danîn. Xelk bi girseyî serdana şînê dike.

Gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Sorxwîn) ya di 23’ê Çileya 2023’an de li herêma Besta ya Şirnexê di operasyona dewleta Tirk de şehîd bû. Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 roj şûnve hat wergirtin û li gundê Hecî Faris ê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve hat veşartin. Cenaze di dorpêça leşkeran de hatibû veşartin. Ji bo Yalçinkaya li gund şîn hat danîn.

Rêveberên MEBYA-DER, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, MED-DER, TUAY-DER, Komeleya Hewldana 78’an a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û gelek kes bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya kirin.

Di serdana şînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylû di serdanê de axivî û got: “Leylayê ji bo gelê xwe têkoşiya. Pêwîst e em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ji bo vê yekê jî hewcedarî bi yekitiya Kurdan heye. Wextê ku em yekitiya xwe ava bikin wê tu hêz nikaribe li ber têkoşîna Kurdan bisekine.”