Ji bo gerîla Karaboga û Paçraz konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîla Karaboga û Paçraz konê sersaxiyê hat vedan

Li Edeneyê ji bo gerîlayên PKK'ê Hebîb Karaboga (Salih) û Ferît Paçraz (Rêzan) ku di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane, konê sersaxiyê hat vedan.

Li Mala Şînê ya Yestîler ya Taxa Gulbahçe ya Edeneyê ji aliyê malbatên gerîlayên PKK'ê Hebîb Karaboga (Salih) û Ferît Paçraz (Rêzan) ku di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane, konê sersaxiyê hat vedan. Di pêşengiya MEYA-DER'ê de gelek malbat hatin gel hev û konê sersaxiyê ziyaret kirin. Endamên MEYA-DER, BDP, KURDÎ-DER, TUHA-DER, Meclisa Ciwanan ya BDP'ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û sedan kes li ber nûnertiya BDP'ê ya Daglioglu hatin cem hev û ber bi konê sersaxiyê ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankarta "Em şehîdên xwe ji bîr nakin" ku li ser wêneyên Karaboga û Paçraz heye, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK gele, gel li vire", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrkirin. Welatiyên derdor bi çepik û dirûşman piştgirî dan meşê.

Bi sedan kesên ku li ber konê sersaxiyê sekinîbûn bi çepik û dirûşman meşvan pêşwazî kirin. Piştî rêzgirtinê berdevkê MEYA-DER'ê Murat Turgay axivî û wiha got: "Em bi saya serê wan lehengan gihîştin van rojan. Em dê di riya wan de têkoşîna xwe bidomînin." Serokê rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ugur Bayrak jî wiha axivî: "Em deyndarê şehîdan in."