Ji bo gerîla Cotkar û hevalên wî li Wîntertûrê şîn hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) û sê hevalên wî li bajaroka Swîsreyê ya bi navê Wîntertûrê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) û sê hevalên wî li bajaroka Swîsreyê ya bi navê Wîntertûrê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlayên HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker), Tûncay Gungormus (Çekdar Dersim), Celal Aşkin (Cesûr Dersim), Senar Aslan (Rojhat Wan) li bajaroka Swîsreyê Wîntertûrê şîn hate danîn. Hevberdevkê HDK Ewrûpayê û parlementerê kevn ê Mûşê Demîr Çelîk di şînê de axivî.
Çelîk got ku, “Girîng e ku em li têkoşîna Cotkar derkevin. Evîna Cotkar a ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad destanek e. Vê destanê Nisêbîn, Cizîr û Şirnex rakiriye ser lingan û li ser nirxên mirovayetiyê YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî afirandiye. Ev berxwedan bi qasî daxwazên me yên neteweyî, xwedîlêderketina nirxên mirovayetiyê ye jî.”
Çelîk axaftina xwe wisa domand, “Paradîgmaya Rêbertiya me ne paradîgmayeke ji rêzê ye. Ev paradîgma êdî na ye me ye, ya mirovayetiyê ye lê divê em bawer bikin.”