Ji bo Farqînê çalakî û kampanya
Protestokirina pêkanînên komkujêr ên li navçeya Farqînê ya Amedê yên hikûmeta AKP’ê didomin. Li navçeyên Sîlopiya û Hezex ên Şirnexê gel derket kolanan, Baroya Amedê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Protestokirina pêkanînên komkujêr ên li navçeya Farqînê ya Amedê yên hikûmeta AKP’ê didomin. Li navçeyên Sîlopiya û Hezex ên Şirnexê gel derket kolanan, Baroya Amedê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Protestokirina pêkanînên komkujêr ên li navçeya Farqînê ya Amedê yên hikûmeta AKP’ê didomin. Li navçeyên Sîlopiya û Hezex ên Şirnexê gel derket kolanan, Baroya Amedê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
HEZEX
Bi banga Meclîsa Gelê Demokratîk li navçeya Hezex a Şirnexê hezaran kes kom bû û ji bo Farqînê meş li dar xistin.
Di saetên sibehê de ji derveyî dermanfiroş û firinan tevahî esnafan derabeyên xwe girtin, bi banga Meclîsa Gelê Demokratîk meş li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, Hevşaredarên Hezexê, rêveberên HDP’e û DBP’ê yên Navçeyê, nûnerên saziyên civaka sivîl ên navçeyê û bi hezaran şêniyên navçeyê tevlî meşê bûn. Girse li Parka Aştî ya li Taxa Tûrgût Ozal kom bû û piştre derket ser Cadeya Adîle Naşît. Pankarta, “Her der berxwedan, her der Farqîn” hat vekirin, bi dirûşman ber bi navenda sûkê meşê destpê kir. Rêya meşê ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin.
BABAT: EM LI CEM GELÊ FARQÎNÊ NE
Dema girse gihişt pêşiya Avahiya HDP’ê ya navçeyê, polîsan ketina cadeyên Alanya û Çarşi yên diçin navenda sûkê bi wesayîtên zirxî yên Akrep û TOMA girtin. Li ser vê jî ser navê girseyê Berdevkê Meclîsa Gelê Navçeyê Husnu Babat daxuyanî da. Babat êrîşên polîsan ên li navçeyên Farqîn û Cizîrê şermezar kir, destnîşan kir ku wek gelê Hezexê li cem gelê Farqînê ne.
SILOPIYA
Li Silopiya bi sedan welatî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Farqînê meşiyan.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeya Farqîn a Amedê meşiyan. Li gel Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevserokên Meclîsa Bajêr, Şaredariya Silopiya, HDP/DBP'ê bi sedan welatiyên li Taxa Şehîd Harûn kom bûn û meşiyan Taxa Cûdî. Di meşê de pankartên, "Tecrîda li ser Rêbertî em şermezar dikin" , "Em li ber xwe didin, em li kolanan e û em qedexeyan nas nakin" û "Em zîhniyeta kujer a li ser gelê me şermezar dikin" hatin hilgirtin û bênavber dirûşmên, "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana Farqînê" û "Tolhildan" hatin berzkirin.
Piştî ku bi sedan welatî gihiştin Taxa Cûdî ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Bajêr Pakîze Nayir axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li hember gelê Farqînê şermezar kir. Nayir anî ziman ku ew ê heya dawiyê li hember van êrîşên hovane li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Piştî Nayir Parlementer Sariyildiz jî diyar kir ku di van kêliyan de gelek bajarên Kurdistanê li ber qetlîman e û wiha axivî: "Rast e gelê me di rojên dijwar re derbas dibe, dewleta dagirker bi hemû hêza xwe êrîş dike lê gelê me ev 40 sal e li ber xwe dide û van kiryaran baş dizane. Çi bibe bila bibe gelê me ji vê rêya xwe ya rewa venagere."
Sariyildiz da zanîn ku rêya AKP dimeşîne rêya aloziyê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji êrîşên heya niha zêdetir em tiştekî najîn. Heya îro her cure êrîş li ser me pêk anîn li berxwedana gelê me ser ket. Ev 9 roj e li hember gelê Farqînê êrîş pêk tên û 6 welatiyên me hatine qetilkirin. Ger bixwazin li ser vê axê aramî hebe divê dev ji van êrîşan berdin û vegerin ser maseyê muzakereyan."
Sariyildiz herî dawî êrîşên li ser Farqînê şermezar kir û got gelê kurd dê li hember van êrîşên hovane li ber xwe bide û serbikeve.
Ji aliyê din ve piştî ku welatî bi diruşma, "Bijî berxwedana Farqînê" belav bûn. Polîsên ku hatin ser Rêya Îpekê bi awayekî hedef girtinê bombeyên gazê avêtin avahiya DBP'ê.
JI BAROYA AMEDÊ KAMPANYA
Heyeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û rêveberên Baroyê jî tê de li Farqînê ku bi pêkanînên rêveberiya awarte li hember gel êrîşên tank û hewayî didomin, dest bi lêkolînan kir.
Parêzer Elçî bang Serokwezîrê Tirk Davûtoglû kir ku bila tavilê operasyonên li hember gel bisekinîne.
Parêzer Elçî destnîşan kir ku ji bo gelê Farqînê dest bi “kampanyaya alîkariyê ya lezgîn” kirine û wiha bang kir: “Ji gelê Amedê bi taybet pakêtin xurekan divê bi lezgînî bigihînin Avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê yan jî rasterast bigihînin Komaleya Muxtarên Farqînê.”