'Ji bo edaleta rasteqîn tevlî rûniştina doza Şerzan Kûrt bibin'

'Ji bo edaleta rasteqîn tevlî rûniştina doza Şerzan Kûrt bibin'

Der heqê polîs Gultekîn Şahîn ê xwendekarê Kurd Şerzan Kûrt qetil kir de, dibe ku sibê biryar were dayîn. Bav Omer Kûrt got, "Hînê xwîn ji dilê me tê" û bang li her kesî kir ku ji bo edaleta rasteqîn li Edliyeya Eskîşehîrê bin. Parêzer Arîf Alî Cangi jî got, "Armanca me ew e ku Şerzanên din nemirin."

Di doza Şerzan Kûrt de, ku Dadgeha Bilind hem ji ber "kuştina bi zanebûn" xwest cezayê heta bi hetayê bê dayîn, hem jî xwest ceza "ji ber tehrîkê" bê daxistin, rûniştina duyemîn sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê tê dîtin.

Polîs Gultekîn Şahînd ê di sala 2010'an de li Mûglayê di êrîşa nîjadperestan de xwendekarê zanîngehê yê Kurd Şerzan Kûrt qetil kir, bi hinceta "ewlekariyê" li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê hatibû darizandin.

CEZAYÊ GIRTINÊ YÊ 8 SALAN HAT DAYÎN

Di dawiya darizandinê de dadgehê, ji ber "kuştina mirov a bi zanebûn" destpêkê cezayê heta bi hetayê (muebbet) li polîsê bersûc birî. Lê belê piştre îdîa kir ku ev sûc bi 'zanebûneke gengaz' hatiye kirin û ceza daxist 20 salan. Bi daxistinên din re ceza bû 8 sal, piştre polîsê bersûc hat berdan.

DADGEHA BILIND XWEST HEM CEZA BÊ ZÊDEKIRIN HEM JÎ BÊ DAXISTIN

Parêzerên Şerzan Kûrt li dijî biryarê derketin. 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biraya dadgeha herêmî xera kir. Dadgehê da xuyakirin, ku divê li gorî xala 81. a Qanûna Ceza ya Tirk, ji ber "kuştina bi zanebûn" cezayê heta bi hetayê li polîsê bersûc Şahîn bê birîn. Piştre bi hinceta ku çalakgerên Şerzan Kûrt jî di nav de bû polîs avêtine polîsan xwest, "daxistina tehrîka neheq" bê pêkanîn. Di vê rewşê de wê li polîsê bersûc ji 12 salan heta 18 salan cezayê girtîgehê were dayîn.

RÛNIŞTINA DUYEMÎN SIBÊ YE

Li dû vê biryarê doza Şerzan Kûrt, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ji nû ve destpê kir. Rûniştina duyemîn a dozê wê sibê were dîtin.

Parêzer Arîf Alî Cangi der barê dozê de diyar kir ku ew dixwazin ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê heta bi hetayê li bersûc were birîn û pêkanîna daxistina "tehrîka neheq" neyê bicihanîn.

Parêzer Cangi diyar kir ku ji ber gumana "revê" ew dixwazin sûcdar bê girtin û got, "Di rûniştina derbasbûyî de daxwaza girtinê nehat qebûlkirin, lê belê qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn."

Parêzer Arîf Alî Cangi ragihand ku eger polîsê bersûc Gultekîn Şahîn bê rûniştina sibê, dibe ku biryar jê derkeve û got, "Eger neyê em ê bi hinceta 'dibe ku reviya be' bixwazin ku biryara girtina wî bê derxistin."

'DIVÊ JI KARMENDIYÊ BÊ AVÊTIN'

Parêzer Cangi diyar kir ku divê polîsê bersûc ji karmendiyê bê avêtin û anî ziman ku ew têkoşîna xwe ya hiqûqî di vî warî de dewm dikin.

Parêzer Arîf Alî Cangi got, "Armanca me ew e ku Şerzanên din nemirin."

BAV KÛRT: EM EDALETA RASTEQÎN DIXWAZIN

Bav Omer Kûrt jî, ji bo pêkhatina edaleta rasteqîn bang li her kesî kir ku dozê bişopîne.

Bav Kûrt da xuyakirin ku bi taybetî dozên polîs tê de tên darizandin bi bêcezakirinê bi dawî dibin û got, "Heman bûyer di doza me de jî derket holê. Delîl jî ji aliyê polîsê kujer ve hatin komkirin. Lewma agahî û belge hingî ji holê hatin rakirin."

Bav Omer Kûrt got, "Yên zarokên me dikujin, bi giranî ew kesên ji ewlekariya canê gel berpisyar in. Derfetên dewletê bikar tînin û bi hêzên tarî re hevkariyê dikin. Ji bo pêşî li aramî, yekîtî û biratiyê bê girtin ev provokasyon hat kirin, Şerzan hat kuştin. 4 sal in em dozê dişopînin. Em ê sibê jî li edaletê bigerin. Xwîn ji dilê me tê. Em dixwazin van mirinan bisekinînin. Eger cezayê heq dike li kujer bê birîn, hingî wê bandorê li pêşîgirtina li mirinan bike."