Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke nû hate kirin

Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, Raziye Ozturk, Îbrahim Bîlmez û Newroz Uysal, piştî îdiayên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de pêş ketin, bi daxwaza "Hevdîtina lezgîn" cardin serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçim Îmraliyê. Parêzeran, bi heman armancê ji bo bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin bikin, serî li dozgeriyê dan.

Di heman demê de, parêzeran ji bo ku birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin biçin Îmraliyê û hevditin bikin serlêdan kirin.

Parêzeran xwest bi baldarî û lezgînî serlêdanên wan bên nirxandin û ev daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku malbatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'î de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re axivî bû.

Parêzeran di daxwaznameyên serlêdanan de wiha gotin: "Malbatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re axivî. Ji wê demê heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin." Parêzeran destnîşan kirin ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin. 

Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, xertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bibîr xistin ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdîayên hatin kirin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin.