Ji bo dengdêrên li Fransayê, cihên deng lê bên dayin

Li Fransayê karê ji bo hilbijartinê û coşa HDP'ê dewam dike. Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê cihên ku deng lê bên dayin eşkere kir.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Fransayê muşahîdên xwe amade kir.

Koordînasyonê ji bo dengdêrên extiyar, jin, nexweş û astengdar wesayit amade kir û wê di navbera 7 û 19'ê Hezîranê de wan bibin cihên dengdanê. Her wiha belavok û dîmenan li ser cihên dengdanê amade dike.

NAVENDÊN DENGDANÊ

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Fransayê li ser navendên dengdanê ev agahî da:

"- Dengdêr wê ji 7 heta 19'ê Hezîranê saet navbera 09:00-21:00 karibin li van deveran dengê xwe bidin;

Serkonsolosxaneya Parîsê: 44 Rue de Sèvres, 92100 Boulogne-Billancourt, Paris,

Serkonsolosxaneya Bordeauxê: 29 Allée de Chartres, 33000 Bordeaux,

Serkonsolosxaneya Nantesê: 20 Quai François Mitterrand, 44200 Nantes,

Lyon: Avahiya Union DITIB'ê: 72 Rue Paul et Marc Barbezat, 69150 Décines-Charpieu Lyon,

Strasbourg: Avahiya DITIB'ê: 3 Rue Thomas Mann, 67200 Strasbourg,

Marsilya: Palais des Congrès Parc Chanot, Rond-Point du Prado, 13009 Marseille."