‘Ji bo çareseriyê divê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê rakirin’

‘Ji bo çareseriyê divê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê rakirin’

Di demên dawî de binpêkirin, îşkence û zextên li girtîgehan bi hincetên wekê ‘ nivîs nivîsandin, girtina ava lîmonê’ sûc tê hesibandin û her wiha tunela girtîgeha Çewlîkê li Yozgatê dibe hinceta cezayê! Nûnera TUHAD- FED a Enqereyê Havva Ozcan got: “Dibêjin pêvajo lê me ev pêvajo nedît.  Ger muzakerebe, bila nexweşekî girtî yên Metrîsê bê guhdarîkirin. Girtiyên nexweş li girtiyek din yên nexweş dinêrin. Bila hikûmeta wan dîwaran derbas bike, wê demê emê bibînin. Şert û mercên pişt wan dîwaran kengî sererast bibe wê demê dê ji bo çareseriyê pêngav bê avêtin.

Sala borî 10 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê ketibû greva  birçîbûnê ya bê dem û dorneveger û piştî vê zextên li ser girtiyan gihiştin asta herî jor.  Piştî gotinên Erdogan yên ‘Bila çek rawestin gotin biaxivin’ îsal Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpê kirin û ligel ku ketiye 11’emîn meha xwe, neçareserî kurtir bûye.

Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan 162 jê giran 544 girtiyên nexweş di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û rewaşa wan her diçe girantir dibe.

Nûnera TUHAD-FED a Enqereyê Havva Ozcan der barê rewşa dawî ya girtîgehan de agahî da û got: “Di encama serlêdana malbat û hatina faks û nameyan de agahiyên balkêş tên destên me. Pirsgirêkên hemû girtîgehan dişibin hev. Cezayên dîsîplînê hene. Mirov bikuxin, ev jî dibe sedema cezayê.  Ev nayên qebûl kirin. Em bang li wezareta dadê dikin; gelo agahiya wan ji an zext û pêkûtiyan hene? Em hişyar dikin, bila mudaxale bikin. Em dixwazin kesên li girtîgehan wek mirov bijîn.

BILA WEZÎRÊ DADÊ GIRTIYÊN METRÎSÊ GUHDARÎ BIKE

Ozcan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Serokwezîr hêj behsa pêvajoya ku tune diek. Pêvajo çawaye em nizanin. Usluba Erdogan texrîb dike. Me hêj pêvajo nediye.  Li gorî serokwezîr pêvajo baş e, lê pirsgirêkên girtîgehan? Rojê 5 caran koxuş tên lêgerînkirin. Ev îşkenceye. Divê ev wisa bê zanîn. Li girtîgeha ku her tişt bibe. Di encama vê de li Muşê serhildan çêbû.  Gotinên hikûmetê yên ku pêvajoyê xera dike bal kişand. Her wisa biçe, ya herî hêsan der barê girtiyan de tu tişt tune. Dermanên didin bandora berovajî dide. Girtiyan dibin nexweşxaneyan, ger wisa be Wezîrê Dadê bila girtiyên nexweş yên birina Metrîsê guhdarî bike.  Girtiyên nexweş, li girtiyekê din yê nexweş dinêre.

DEMOKRASÎ NE PAKÊT ÇARESERIYE

Ozcan da zanîn ku got bi çêkirina nû ya girtîgehan dê pirsgirêkên heyî bibin du kat û got: “Girtîgeh tijene.  Mirov li erdê radizin. Ji bo mirov di standartên mirovahî de bên dermankirin divê xebat bê meşandin. Ev girtî dê çawa li koxuşên girtîgehê bên dermankirin. Çareserî ji vir dest pê dike. Bila hikûmet wan dîwaran derbas bike, wê demê emê biînin. Kengî şert rast bibin, dê pêngav hatibe avêtin. Demokrasî bi pakêtan nayê. Demokrasî çareseriye. Serokwezîr bi pakêtekê civakê dişîne ser sindoqê.

DÊ HIKÛMET DI BIN PÊVAJOYÊ DE BIMÎNE

Ozcan da zanîn ku piştî grevên birçîbûnên yên sala borî bi kîn û tolhildanê nêzî girtiyan dibin û wiha pê de çû: “Em dixwazin pêvajo samîmî bimeşe.Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajo da destpêkirin. Em tevli gotina Erdogan ya wekê;Yên ku pêvajoyê xera bikin dê di bin de bimîne’ dibin. Ji ber vê jî wisa xuyaye dê hikûmet di bin de bimîne.

AMÛR TÊN TEXRÎBKIRIN

Ozcan bi lêv kir ku piştî fîrarkirine 18 girtiyên girtîgeha Çewlîkê 12 girtî şandine Sîncanê û wiha pê de çû: “bi hinceta Tunelê li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 a Sîncarê rojê 3-4 caran lêgerîn tê kirin.  Li gorî agahiyan ketine odeyekê û radyoya wa şikandine. Amûrên wan texrîb dikin.  Girtî gazî dozger dikin, lê bersiva ‘dozger bixwaze tê, nexwaze nayê’ digire.”

 GIRTINA AVA LÎMONÊ Û NIVÎS NIVÎSANDIN SÛC E!

Ozcan diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê ku kolana tunelê ne mumkune jî, koxuş tên lêgerînkirin û hundirê tv yan jî tê vekirin û got: “Her wisa dibêjin hun çima evqas nivîs dinivîsin û dest didin ser.  Kirîna ava lîmonê jî dibe sûc. Divê dawî li van pêkanînan bê. Amûrên 12 girtiyên ji Çewlikê hatine, texrîb kirine.  Tv girtiyan hebû. Xwestine TV bidin girtiyên ji Çewlîkê htine.  Lê rêveberiyê qebûl nekiriye.

LI YOZGATÊ CEZAYÊN TUNELÊ

Ozcan wiha berdewam kir: “Me 9 meh berê tiştên li girtîgeha Yozgatê hat jiyîn vegot. Girtiyên ji Dîlok û Çewlîkê surgunê Yozgatê kirin, pirsgirêkên wan didomin. Di odeyên xerab de dimînin.  Bîhn ji odeyan tê. Bê hewaye. Girtiyên ji Dîlokê surgunê Yozgatê kirin û di meha cotmehê de bi hinceta ku  li Dîlokê cezayê dîsîplînê girtine 20 roj cezayê hucreyê danê. Her wiha girtiyê bi navê Murat Candaş û Davut Avci yê ku 8 meh berê hatibû surgunkirin, bi hinceta ku wê demê li koxuşa girtiyên li Çewlîkê fîrar kirine, lêpirsîn hat vekirin.

ÎŞKENCE Û ZEXT DIDOMIN

Li girtîgeha Çankiriyê jî piştî grevên birçîbûnê yên sala borî zext zêde bûn.  Rojê 5 caran ode tên lêgerînkirin. Lêgerîna tazî têkirin û di dema sewqkirina nexweşxaneyê de bi kelepçe derman dikin.

Li girtîgeha Afyonê jî  dema girtî bi malbatên xwe re bi telefonê de diaxivin, bi zorê tekmîla wan tê girtin.

DI REWŞA ZAROKAN DE GUHERÎN TUNE

Dîsa li girtîgeha Zarokan a Sîncanê zext û îşkenceyên li ser zarokan hatibû raporkiri û di ANF’ê de hatibû weşandin.  Her wiha îşkence, zext û binpêkirina mafan jî didome û hê jî zarokên girtî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.