Ji bo bîranîna şehîdên Heftanînê çalakî hate lidarxistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salih Kendal ji bo bîranîna gerîlayên di Cenga Heftanînê de şehîd bûne, li Kûlûya Konyayê çalakî li dar xistin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salih Kendal daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst ji bo îmhakirin û tasfiyekirina tevgera azadiyê û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî mezin daye destpêkirin. Di şexsê Heftanînê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên azadiyê berxwedaneke destanwerî nîşan didin.  Dewleta Tirk li her qadê derban dixwe lê bi dijminatiya gelê Kurd şerekî taybet dimeşîne. Lê divê were zanîn wê ev polîtîkayên înkar û îmhayê nikaribe têkoşîna Rêber Apo ya bi pêşengiya PKK’ê biqedîne.

Di 5’ê Tîrmehê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salih Kendal li navçeya Kûlûyê ya Konyayê li sê cihan çalakî li dar xist.  Di çarçoveya van çalakiyan de bi sedan donim zeviyên faşîstên bi navê Mehmet Emîn Tûncer û Battal Ozkan hate şewitandin.

Di 5’ê Tîrmehê de li navçeya Eşmeyê ya Konyayê zevîyên Gerînendetiya Çandiniya Zeviyan (TÎGEM) hate şewitandin. Di vê çalakiyê de bi sedan donim zevî hate şewitandin.

Me ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Cenga Heftanînê li dar xist.

Heta ku tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bi dawî bibe û dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve wê ev çalakiyên me bidome.”