Ji bo bibihîze li avahiya wezaretê ‘Edalet’ daliqand

Emîne Şenyaşar a ku çalakiya Nobeta Edaletê didomîne, deriyê ketina ziyaretvanan a Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê; ji Edaletê re hat girtin.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 57’emîn de berdewam kir. 
 
Emîne Şenyaşarê ku dowîza li ser "Edalet" û "5 sal in kî nahêle Emîne Şenyaşar bigihê edaletê xwedê wan jî bi heman êşê biceribîne. Nobeta me ya Edaletê ya Enqereyê di roja 57'an de ye" nivîsandî li deriyê serdêran ê Wezareta Dadê daliqand, rojiya xwe li vir vekir. Endamên Komeleyê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) serdana Şenyaşarê kirin. 

Emîne Şenyaşar a ku dema mela ezan xwendin destên xwe li hewa rakir û got, "Ya Rebbî, vê zilma ku li me hat kirin bide Xelo (Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz).”
 
DERIYÊ WEZERTÊ JI EMÎNE ŞENYAŞAR RE HAT GIRTIN

Gava Emîne Şenyaşarê hat qadê deriyê serdêran ê Wezareta Dadê li ber wê hat girtin. Ferît Şenyaşar ku bertek nîşanî girtina derî da, got: "Ji bo dêya min li ber wezaretê rûnê ez her roj kursiyê ji wezaretê tînim. Lê îro gava ez çûm gotin fermana amîr e, dê nikaribin bidin. Piştî vê ez di deriyê wezaretê re ketim hundir û min çû kursî anî. Gava min rahişt kursiyê û ez derketim peywirdaran deriyê derve yên wezaretê girtin.