Ji bo Avci û 4 kesên din biryara bi şertê kontrola edlî

Ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstefa Avci yê ji erkê hate girtin û 4 kesê pêre, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan.

Di 8’ê hezîranê çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû destpêkirin polîsan li Wanê avêtin ser malan. Di serdegirtinên malan de polîsan Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û Zehra Guçen, Dilşa Kocakaya, Gazal Dîlek û Tulay Demîr destgîr kiribûn. Piştî dawîbûna îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê Avci û kesên pê re sewqî edliyeyê hatin kirin. 

Piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî 3’emîn Dadgeriya Cezayê Silhê hatin kirin. Li dadgeriyê Avci û kesên pêre bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parêzer Umît Avci, diyar kir ku Avci û kesên pê re bi angaştên neşênber hatine binçavkirin û û “Cih girtina di rêxistinkirina girtîgehê de” , “tevlîbûna xebatên şaredariyê” , “xebatên ji bo kooperatîfê” , “Birêvebirina alîkariyê” hatine sûcdarkirin.