'Ji bo aştiyê divê ewilî tecrîd bê rakirin'

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kir ku aştî bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, têkildarî deklarasyona aştiyê ya ku HDP'ê 1'ê Îlonê eşkere kir, li avahiya komeleya xwe ya li Fatîhê civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê Dayika Aştiyê Bedîha Gokkûz û bi Tirkî jî ji aliyê Perîhan Akbûlût ve hate xwendin.

'ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd bi deh hezaran mirov di şer de jiyana xwe ji dest dan û hate gotin, "Ji ber vê yekê ji bo rawestandina şer çi divê em amade ne bikin."

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku pirsgirêkên li welêt hemû ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd e û destnîşan kirin ku pirsgirêk bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qat bi qat girantir bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo çareseriyê divê tecrîd bê bidawîkirin û şert û mercên danûstandinan bên destpêkirin.

Însiyatîfê diyar kir ku tecrîd astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê û ragihand ku ji bo destê aştiyê yê HDP'ê li hewayê nemîne, divê her kes piştgiriyê bide.