Ji bo 'Aştî û civaka demokratîk' civînên gel dewam dikin

DEM Partî û DBP'ê 'Civînên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk' li gelek bajaran dewam kirin.

Civînên gel ên ji bo civakîkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo bi pêşengtiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine destpêkirin, di roja duyemîn de li gelek bajaran berdewam kirin. Civînên di 9’ê Adarê de hatin destpêkirin dê heta 15’ê Adarê bidomin.

Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûk a Rihayê bi gel re civîn hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaa Manas, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenter Omer Ocalan di civînê de got: “Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê di her kêliyê de geşedanên nû çêdibin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Vê bangê derî li her kesî vekir. Divê her kes xwe li gorî vê pêvajoyê amade bike. Bi sala ye berxwedanake bêhempa heye. Êdî dem dema avakirina demokrasî, aştî û azadiyê ye. Barê me girantir e. Divê her kes erk û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Heta niha zimanê gelê me hate înkarkirin. Birêz Ocalan, amûrên li dijî gelê Kurd dihatin bikaranîn ji destê wan digire. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Ji bo vê em ê tişta ji dest tê bikin.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê jî civîn hat lidarxistin. Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî têkildarî pêvajoyê agahî hatin dayin û li nêrînên gel hate guhdarîkirin. Di heman demê de ji bo Newroza ku dê di 13’ê Adarê de bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar were pîrozkirin jî banga tevlibûnê hate kirin.

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jî li avahiya DEM Partiyê civîn hat lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû, di civînê de got: “Piştî banga birêz Ocalan gelek nîqaş dest pê kirin. Ji bo ev bang rast were fêmkirin divê em 24 saetan bênavber bixebitin.”

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.

Li avahiya DEM Partiyê ya Mereşê jî civîn hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk, endama PM’a DEM Partiyê Fatma Koçyîgît , nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.

Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya.

Civîna li Agiriyê jî li eywaneke li navenda bajar hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Nejla Demîr, endamê MYK’a DBP’ê Mûrat Sarisaç û gelek kes tev li bûn. Li eywana civînê wêneyê dawî yê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kişandin hat daliqandin. Saliha Aydenîz anî ziman ku divê jin pêşengtiyê ji pêvajoya nû re bikin û got ku banga Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bangekî dîrokî ye. Saliha Aydenîz, xwest ku her kes bi awayekî herî baş xwedî li bangê derkeve.

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.

Civîna li Colemêrgê jî li navenda bajar li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Endamê MYK’a DEM Partiyê Latîf Öetîn, aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy, Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek kes tev li bûn.  Civîn, piştî rêzgirtinê ji çapemeniyê re girtî domiya.

Di civînê de li nêrîn û pêşniyarên beşdaran hate guhdarîkirin.

Li navçeyên Qereçoban û Qereyazî yên Erziromê jî civîn hat lidaxistin. Hilbijartî û gelek kes tev li civînan bûn.

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî civîn li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Endama Koma 1’emîn a Aştiyê ya Yuksel Genç, endamê PM’a DEM Partiyê Zeyyat Ceylan û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz tev li bûn. Boz, di civînê de got: “Gelê Kurd gelekî berxwedêr û têkoşer e. Bi sala ye li dijî hemû polîtîkayan li ber xwe da û nêzî serkeftinê ye. Em jî dê xwedî li bangê derkevin û rêxistiniya wê bikin.”

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.

Li navçeyên Erdîş û Bêgirî yên Wanê jî civînên bi gel re li eywanên dawetan hatin lidarxistin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevseroka DBP’ê ya Bajar Gonul Uzunay û endamê PM’a DBP’ê Huseyîn Ozsoy tev li bûn.

Civîn, ji çapemeniyê re girtî hatin lidarxistin.

Civîna li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê li eywaneke civînan a li navendê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, endamê PM’a DEM Partiyê Necmettîn Basci, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, rêveberên partiyê û gelek kes tev li bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û ji çapemeniyê re girtî domiya.

Li navçeya Liceyê ya Amedê jî li avahiya DEM Partiyê civîn hat lidarxistin. Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar, hevaşeredarên Licê, Pasûr û Hênê, rêveberên nvaçeyê û gelek welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Gurbuz, di civînê de got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û bi daxwaza aştî û demokrasiyê ya cîhanê bû. Di vê mijarê de hewceye her kes destê xwe deyne bin kevir û berpirsyartiyê li xwe bigire.”

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.