Ji bo Ûygûner ê HDP’î 6 sal û 3 meh ceza hate birîn

Ji bo endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Bulent Ûygûner 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Di rûniştina biryara doza derbarê endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Ûgûner ê Mijdara 2019’an li Koceleiyê hate girtin û şandin girtîgehê de, li 32’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.

Ûygûner li Girtîgeha Tîpa F a Hejar 1 a Stenbolê bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Rûniştina bi tesbîta nasnameyê destpê kir, piştî parastinê dadgehê mutaleya runiştina berê esas girt û biryara xwe da. Heyeta dadgehê ya ku daxwaza meqama îdîayê kir ji bo Ûygûner bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û qedexeya derveyî walat, biryara berdanê da.