Ji Bîldt darvekirinên Îranê hate pirsîn

Ji Bîldt darvekirinên Îranê hate pirsîn

Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabave, darvekirinên dawî yên Îranê bi pêşnûmeyekê bir parlamentoya Swêdê û ji wezîrê karê Derve Carl Bîldt pirsa, ji bo darvekirin bi dawî bibin hunê kîjan tedbîran bigirin, pirsî.

Di pêşnûmeyê de hat gotin ku darvekirin herî zêde li Çîn û Îranê tê kirin û di got di sala 2012’an de li li Îranê 552 kes hatine darvekirin û ji hilbijartina Hasan Ruhanî bo serokomariyê  heta niha di nava du mehan de girtiyên siyasî yên kurd Habîbullah Gulperîpur û Reza Îsmaîlî jî heye 400 kes hatine darvekirin.

Kakabeveh got li herêma Zahîdan  16 girtiyên polîtîk yên Belucî hatine darvekirin û diyar kir ku serokomarê nû Ruhanî peymanê lihevkirinê dide DYA û Rojavayiyan û divê demê de jî darvekirin zêde dibin. Kakabaveh da zanîn ku di bin siya vê diyalogê rejîma Îranê zextên li ser muxalefetê zêde kiriye û hemû parêzvanên mafê mirovan, aktîvîstên polîtîk darve dike.

Kakabaveh wiha pê de çû: “Netewên Yekbûyî darvekirinan zêde nayne rojevê. Rejîma Îranê ji boçekên nukleerê bi welatên Rojava re dest bi diyalogê kirine û ji ber vê jî binpêkirina mafên mirovan ji nedîtîve tê. Ez bang li Carl Bîldt dikin, gelo dê Swêd û bi hevkariya Yekitiya Ewropayê  ji bo ku dawî li van zextan bê, dê çi bike.

LI DIJÎ DARVEKIRINAN KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Nûneriya PJAK a Swêdê jî  bi Komîteya Têkiliyên Navnetewî ya Partiya Çep a Opsala re, ji bo darvekirinên li Îranê rawestin kampanyaya îmzeyan da dest pêkirin. Bang li parlamenter û rêxistinên civaka sivîl hat kirin û hat diyar kirin ku piştî Ruhanî hatiye hilbijartin şûnde darvekirin zêdetir bûne.  Her wiha hate destnîşna kirin ku divê NY vê mijarê bîne rojeva xwe.

 Îmzeyên bên berhevkirin dê di meha kanûnê de li Parlamentoya Swêdê bi daxuyaniyek çapemeniyê bê aşkerakirin.

JI BO 6 JINÊN HATINE REVANDIN XWEPÊŞENDAN Û GREV

Di gotareke di rojnameya Goteborg Posten de hatiye weşandin de hat diyar kirin ku zêdebûna darvekirinên Îranê fikaran zêde dike û zextên li ser kêmaran zêde bûne.

Gotara ji aliyê Reza Shafîee hate nivîsin, diyar dike ku di 1’ê îlonê de  rejîma Îranê bi hevkariya leşkeran êrîşê kampa Ashraf kirine û 52 kes kuştin e û 6 jin revandine. Hate xwestin ku ji bo jin bên berdan divê Hikûmeta Swêdê û dewletên rojava bikevin dewrê û her wiha hat gotin ku ji bo wan ligelek wlatên cîhanê çalakî û xwepêşendan pêk hatine.