Ji ber neftê komên çekdar dikevin Rojavayê Kurdistanê

Ji ber neftê komên çekdar dikevin Rojavayê Kurdistanê

Di van demên dawî de Komên çekdar ên Artêşa Azad li Hesekê û Dêra Zorê pir zêdebûne. Ev kom bi taybet li herêmên ku neft û genim lê heye xwe bi cih dikin. Genim û nefta van herêman ji aliyê van koman vet ê dizîn û li Tirkiyê bi buhayên kêm tê firotin. Komên çekdar ên di bin navê azadiya welat de şerkirin, êdî li deverên genim û neftê digerin û dizî û talanê dikin.

Piştî ku komên çekdar di 8’ê Mijdara 2012’an de ketin bajarê Serêkaniyê, van komên ku di bin navê azadiyê de hatibûn bajêr, embarên genim ên Serêkaniyê û gundên wê Menacîr, Tilxelef û Sefih dizîn, her wiha embarên genim ên nêzî bajarokê Til Temir ên wekî Xêbiş, Ûm El-Xêr û Ûm El-Kêf jî dizîn û bi temamî talan kirin.

Komên çekdar di 17’ê adarê de ji ber ku gundiyan qebûl nekirin ku genimê embarên gundê wan bidizin êrîşî gundê Ûm El-Xêr kirin û di encamê de 25 gundî kuştin û gund bi temamî hate şewitandin.

KOMÊN KU DIZIYÊ DIKIN

Li gorî çavkaniyên ANHA’yê diyar bû ku, komên çekdar ên ku di diziya genimê Serêkaniyê û Til Temirê kirin evin: ‘’ Cebhet El-Nesra, Lîwai 313, Tabûra Elah û Ekber, Tabûra Gurebai El-Şam, Ehfad El-Resûl, Tabûra Ehrar Guêran, Tabûra Elmûte, Tabûra Şihêtat, Cind Elah, tabûra El-Farûq û hwd.’’

Komên çekdar ku dest bi diziya genimê herêma Cizîrê kiribûn, genimê li Til Hemîs, Til Berak Embarên Cezaa û Til Elo jî dizîn. Tabûrên di diziya van embaran de cihê xwe girtibûn û hatin nasîn jî evin: ‘’ Tabûra El-Farûq, Tabûra 313’’ her wiha genimê herêma Şedadê ji aliyê tabûrên din ve hate dizîn.

Hate hînbûn ku, van tabûran genimê gelê Sûriyê dizîne û li Tirkiyê bi awayekî qaçax firotiye. Çavkaniyan diyar kirin ku genim ji aliyê hin bazirganên Tirkiyê ve bi 10 lîreyên Sûriyê ji komên çekdar tê kirîn.

TABÛRA 313 KIYE

Di 12’ê nîsana 2012’an de tabûra 313’an li ser malperên înternetê bi îdiayên ku ew berê xwe didin Qamişlo û wê Qamişlo ji bermahiyên rêjîma Baas rizgar bikin. Tabûra 313’an li gundên nêzî Qamişlo xwe bi cih kiribûn û bi topan êrîş kirin. Du topên wan li taxa Xerbî ya bajêr ketin. Li ser bersiva hêzên rêjîma Baas de 9 gundên bi navê Dibanê, Comiz, Iwêce, Cinêdiyê, Becariyê, Boladiyê, Biwêrê, Dosa û Til Oda hatin topbaran û bombebaran kirin. Di encama van topbaran û bombebaranan de malên sivîlan wêran bûn, piştî ku nakokî di navbera koma çekdar û şêniyên van gundan de derketin, koma çekdar xwe ji herêmê paşve kirşand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê kesê bi navê Yehya Mihyeldîn ku berê di Artêşa Sûriyê de xwedî ritbeya Neqîb bû, tabûra bi navê 313’an avakir û li Tirkiyeyê çekdarên wan hatin perwerdekirin û piraniya çekdarên wê ji bajarên Sûriyeyê yên weke Îdlib, Hums, Hema û gundên Helebê ne.

DIZIYA XWE AŞKERE VEGOTIN

Tabûra 313’an di daxuyaniyeke xwe de ku di 19’ê nîsana 2013’an de weşand diyar kir ku, nakokî di nav wan û tabûra Ehrar El-Şam de li ser embarên genim ên li bajarokê Til Hemîs derketine. Tabûra 313’an di daxuyaniya xwe de dibêje ku tevî ku hewldidin hemû komên çekdar nêzî hevbibin û Heyetek Şerî avabikin ku hemû tabûrên hene cihê xwe bigirin, lê rayedarên tabûra Ehrar El-Şam beriya 2 rojan êrîşî embarên genim ên Til Hemîs kirine. Di daxuyaniyê de komên çekdar aşkere dibêjin ku şerê wan li ser embarên genim in û dibêje tevî ku rêjîm di herêmê de nema ye jî şerê di navbera wan de dewam dike.

JI BER NEFTÊ KOMÊN ÇEKDAR LI HESEKÊ Û DÊR EL-ZORÊ ZÊDEDIBIN

Piştî ku Yekîtiya Ewropa biryar da ku ew dê neftê ji muxalefeta Sûriyeyê bikirin, komên çekdar ên Artêşa Azad hêza xwe ji Şamê, Humis û Îdlibê vekişandin û berê xwe dan herêma Cizîrê û xwestin cihê xwe di firotina nefta Hesekê û Dêra El-Zorê de bigrin.

Komên çekdar ên ku li herêmên di navbera herêmên Kurd û herêmên din ên weke Til Hemîs, Til Berek û Til Koçer de xwe bi cih kirbûn êrîşî gundên ku bîrên neftê lê hene kirin. Gundiyan bang li YPG’ê kirin ku wan biparêzin û li ser daxwaza gundiyan YPG’ê li ser rêya gelek gundan bendên xwe yên kontrolê danîn û şêniyên wan gundan ji komên çekdar parastin. Komên çekdar hewldanên xwe kirin ku Rimêlan û gundên Rojavayê Kurdistanê ên ku bîrên neftê tê de hene bixin bin kontrola xwe. Lê ji ber berxwedan şervanên YPG’ê ku van herêman diparêzin, komên çekdar nikarîbûn bikevin van herêman.

Têkildarî mijarê Ajansa Reuters ê raporek weşand û da zanîn ku, karmendekî di şîrketa neftê de dixebite ji wan re ragihandiye ku bi hezaran bermîlên neftê bi qaçaxî û bi wesayîtên biçûk di rêyên qaçax re ber bi Tirkiyeyê ve tên rêkirin û li vir tên firotin.

Her wiha çavkaniyên nêzî qaçaxçiyan jî diyar kirin ku, neft di deriyên Bab El-Hewa û Til Ebyed ên Helebê re derbasî xaka Tirkiyê tê kirin û bi buhayek kêm tê firotin. Heman çavkaniyan diyar kir ku bermîla neftê bi 8 hezar lîreyên Sûriyeyê tê firotin ango bi 50 dolarî.

Hate hînbûn ku, di demên nêz de hin qaçaxçî dest bi safîkirina neftê kirine û alavên safîkirina naftê ku li ser wesayîtan hatine bicih kirin derbazî welat kirine û rojê 2 sed bermîl neft safî dikin û bi buhaya zêdetir bi derdora 50% tê firotin.

Gelek çavdêran dan zanîn ku, zêdebûna komên çekdar ên Artêşa Azad li herêma Cizîrê di van demên dawî de, tevî ku hêzên rêjîmê li van herêma pir kêm mane, aşkere dike ku ev tabûrên Artêşa Azad armanca wan ew e ku dest daynin ser neftê yan embarên genim û li derveyî Sûriyeyê bifroşin. Di dema ku tabûrên Artêşa Azad berê xwe dan Cizîrê, hezên rêjîma Baas xwe li Heleb, Şam û Humsê bi hêz dike û ev bi awayekî neynî bandorê li şoreşa azadiyê ya gelê Sûriyeyê dike.