Ji ber ku bi Kurdî axivîn li girtiyan dan
Li Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê, girtiyên ku bi Kurdî axivîn êşkence li wan hate kirin.
Li Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê, girtiyên ku bi Kurdî axivîn êşkence li wan hate kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê bi rêya malbatên xwe mesajek şandin û bal kişandin ser êşkenceya ku li wan hatiye kirin.
Girtiyan gotin, "Zext û zordarî di asta herî dijwar de ne, divê tavilê hin tişt bê kirin." Girtiyan diyar kirin, ji ber ku bi Kurdî axivîne êşkence li wan hatiye kirin û nava rojê hema bêjin her kêliyê gardiyan heqaretê li wan dikin.
Dayikeke ku bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî got, "Ji ber ku bi telefonê axivî nekarî zêde qala tiştek^bike. Lê belê dema ku geriya hema yekser got 'biçin gilî bikin'. Ev hefteyeke hema bêjin her roj diavêjin ser qewîşan û li wan didin. Kurê min got ku herî dawî ji ber ku bi Kurdî axivîne êşkence li hemû girtiyan hatiye kirin. 3 girtî jî xistine hucreyê û êşkence liw an kirine. Got, 'zext û zordarî roj bi roj giran dibin. Hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan bila tiştekî bikin'."