Ji Baskê peyama piştgiriya gelê Kurd

Ji welatê Baskê Komite Internazionalistak (Komîteya Navneteweyî) bi peyamekê piştgirî da gelê Kurd.

Daxuyanî bi gotina "Li hemberî zextên hikûmeta Tirk a demkî ya li Bakur, partiyên Kurdan û rêxistinên girseyî li gelek bajaran xwerêveberî û xweparastin îlan kirine û bi vî rengî bersiv dane" destpê kir bû bi vî rengî dewam kir:

"Partiya herî mezin a Tirkiyeyê AKP a di bin rêveberiya Erdogan de ku roj bi roj bêhtir Îslamî û mûxafazakar dibe, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ku HDP'ê temsîliyeteke xurt a li parlamentê bi dest xistiye û AKP'ê ji bo avakirina sîstema serokatiyê, bi taybetî jî xîlafetê, hejmara têrker wernegirt, hezm nekiriye. Erdogan ji ber îhtirasa xwe kor bûye û bi rûyê xwe yê herî xwînxwar û zordar ji nû ve derketiye ser dikê.

Tirkiye ya ku endamê NATO ye û ji aliyê cografîk ve di dilê Rojhilata Navîn de cih digire, bûye destekdarê DAIŞ'ê, ku ev rêxistina hov a weke amûreke emperyalîzmê li herêmê tê bikaranîn û rêbazên herî hov li dijî mirovên Rojhilata Navîn bi kar tîne, tecawiz dike, jinan direvîne û difiroşe, li qadên lê bi cih bûye jî mirovan dike kole.

Lê belê gelan bêyî dereng bimînin bersiv dane van hemûyan û ji komunan heta xwerêxistinkirin û xweparastinê, herêmên xwerêveberiyê ava kirine û gotine 'êdî bes e'.

Li hemberî vê rewşê, hikûmeta AKP'ê mîna kuştin, girtin û bûyerên windakirinê yên salên 90'î, dest bi zext û êrîşên dewleta terorê kiriye."

'BILA GIRTÎ WERIN BERDAN, OPERASYONÊN LI HEMBERÎ PKK'Ê WERIN SEKINANDIN'

Komîteyê binçavkirina Hevşaredarên Farqîn û Sûrê şermezar kir û got, "Em dixwazin hemû girtî û binçavkirî serbest werin berdan û bomberdûmana Çiyayê Qendîlê, bê sekinandin."

Di daxuyaniya daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin bêjin ku ji Welatê Bgaskê em destek û piştgiriyê didin hemû gel û saziyên ji bo mafê xwe yê parastin û rêxisinbûyînê jiyana xwe dixin xeteriyê û jiyana xwe ji dest didin."