Israîl: Pereyê Hamasê di ser Tirkiyê re diçin û tên
Li gorî îdîayan, tora qasidiyê ya ku 2016’an hatî avakirin, ji hêla rêveberê payebilind ê Hamasê Muhammed Maher Bader ve hate avakirin ku li bajarê El Xelîl kar û barê xwe dike.
Li gorî îdîayan, tora qasidiyê ya ku 2016’an hatî avakirin, ji hêla rêveberê payebilind ê Hamasê Muhammed Maher Bader ve hate avakirin ku li bajarê El Xelîl kar û barê xwe dike.
Bi xebata hevpar a Ajansa Ewlehiyê ya Israîlê (ISA), Polîsên Israîlê û artêşa wê, tora ku ji Tirkiyê pereyan dişînin ‘navenda biryargehê’ ya Hamasê ya li Hebronê hate deşîfrekirin, tê îdîakirin ku bi van pereyan li hin bajaran ‘çalakiyên terorîstî’ yên Hamasê zêde bûne.
Li gorî ISA’yê endamên Hamasê yên li Tirkiyê ji bo ku pereyan veguhezînin bajarê El Xelîl (Hebron) ê li Şerîaya Rojava tora qasidiyê ava kirine, beşek ji pereyan dema ku tê veguhaztin bi navê kirîn û firotina mal tê kirin.
PEREYAN WEKE KU MALÊ BAZIRGANIYÊ BE DIGIHÎININ FILÎSTINÊ
Li gorî îdîayan, tora qasidiyê ya ku 2016’an hatî avakirin, ji hêla rêveberê payebilind ê Hamasê Muhammed Maher Bader ve hate avakirin ku li bajarê El Xelîl kar û barê xwe dike. Tê gotin Bader ji El Xelîl du kes peywirdar kirine û kesekî bi navê Muaseb Haşalmon, endamê Hamasê bi sifetê ‘karsaz’an diçe Tirkiyê.
Tê gotin Haşalmon pereyên ku ji rêveberên Hamasê yên Tirkiyê distîne, dide bi hin malên bazirganî û piştre van digihînin bajarê El Xelîl û li wir dîsa wan dikin pere. Saziyên Israîlê diyar dikin ku bi van pereyan Hamas ‘êrîşên terorîstî’ dike.
Diyar bû ku yek ji endamê Hamasê yê ku ji Tirkiyê berhemên zad dikire û dişîne bajarê El Xelîl Harun Naser el Dîn e û yê jî endmaê Hamasê Majad Jaba ye. Her wiha tê gotin ev kes yek ji rêveberê Hamasayê ye ku di berdêla serbestberdana leşkerê Israîlî Gîlat Şalit de ji hêla Israîlê ve serbest hatibû berdan.
YÊN KU DI NAVBERA TIRKIYÊ Û HEBRONÊ DE DIÇÛN Û DIHATIN HATIN GIRTIN
Li gorî daxuyaniyê Haşalmon û Taha Usan li Tirkiyê gelek caran bi Harun el Dîn re rûniştine. Heta ku tespîta vê trafîka pereyan hatiye kirin, tê gotin bi bihayê nêzî 200 hezar dolarî perên zad birine Filîstînê.
Li gorî Ajansa Ewlehiyê ya Israîlê endamên Hamasê yên ku di navbera Tirkiyê û El Xelîl de karê pereyan dikirin, Omar Kîmrî, Taha Umsan, Muaseb Haşalmon û Yusrî Haşalmon, rêveberê Hamasê yên li El Xelîl Muhammed Mahber Bader hatin girtin.
PLAN KIRIYE KU DI SER FEBRÎKAYA ÇÎMENTOYÊ RE PEREYAN VEGUHEZE
Saziyên Israîlê dibêjin ji bo ku pereyên ku ji Tirkiyê veguhezînin hêsantir bibe plan girêdabûn ku febrîkaya çîmentoyê were danîn.
Di ser febrîkayê re ku wê bi milyonan dolar bihata danîn, plana wê dihate kirin ku trafîka ku pereyan veguhezînin zêdetir bikin.
PIŞTÎ TRAFÎKA PEREYAN A DI SER TIRKIYÊ RE ÊRÎŞ ZÊDE BÛNE
Hate gotin lêpirsîn bi dawî bûye, ji dozgeriya artêşa Tirk re îdîaname hatiye şandin, tê payin ku dozgerî derbarê kesên ku tevlî vî karî bûne îdîanameyê amade bike.
Di daxuyaniya Ajansa Ewlehiyê ya Israîlê de bi trafîka pereyan a di navbera Tirkiyê û El Xelîl (Hebron) de ‘erîşên terorîst’ ên bi ser Şerîa ya Rojava û herêma Samaryayê de zêde bûne.
Her wiha hate gotin xebata hevkar a polîs û artêşê wê bidome û wê deşîfrekirina vê trafîka pereyan ku fermana wê ji hêla endamên Hamasê yên Şerîda Gazzeyê û ‘li derî welat’ hatiye dawîn, berdewam bike.