Îsraîl 26 girtiyên siyasî yên Filistînê serbest berda
Îsraîl 26 girtiyên siyasî yên Filistînê serbest berda
Îsraîl 26 girtiyên siyasî yên Filistînê serbest berda
Hikûmeta Îsraîl 26 girtiyên Filistînî ku ji beriya zêdeyî 20 salan ve girtîne serbest berda û wan radestî rayedarên Filstînê kir.
Hikûmeta Îsraîl şevê din 26 girtiyên siyasî yên Filistînî ku ev zêdeyî 20 sal in di girtîgehê de bûn, berda. Di heman demê de radyoya leşkerî ya Îsraîlê de hate îlankirin ku ewê kampeke ji 1500 avahî li rojhilatê Qûdisê ava bikin.
Girtî ji aliyê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Li pêşiya hezaran kesên ku kombibûn Serokê Filistînî Mehmûd Ebas axaftinek kir û da zanîn ku heta girtiyeke Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de hebe wê tu peymanan bi Îsraîlre îmze nekin. Ebas, destnîşan kir ku tu peyman di navbera wan û Îsraîlê de ji bo serbestberdana girtiyan çênebûye.