Irmak: Yên walîtî wêneyên wan nîşanî me da sivîl bûn

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak a li Gimgimê lêkolîn kir anî ziman ku 4 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin. Irmak got, "Walîtiyê wêne nîşanî me da. Mirovên di wêne de xuya dikirin, sivîl bûn."

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak a li Gimgimê lêkolîn kir anî ziman ku 4 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin, lê berê der barê nasnameyên wan de ti agahî nehatine dayîn. Irmak got, "Walîtiyê wêne nîşanî me da. Mirovên di wêne de xuya dikirin, sivîl bûn." Walî bi gotina "Ji ber kincê sivîl li wan e, nayê wê wateyê ku wan şîdet nekirine" gotinên pêşhikmî bilêv kir. Lê belê kesên di wêneyan de xuya dikirin û cenazeyên wan niha di destê rayedarên dewletê de ne, mirovên sivîl bûn."

Heyeta ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û parlamenterên HDP'ê, li navçeya Mûş Gimgimê lêkolîn kir. Heyetê, esnaf û gelê li êrîşa polîsên tevgera taybet û leşkeran rast hatin, ziyaret kir û bi Waliyê Mûşê û Qeymeqamê Gimgimê re hevdîtin kir.

Irmak çavdêriyên xwe vegot û ev yek destnîşa kir: "Ev çend roj in li Gimgimê alozî heye. Ji bo ev yek veneguhere komkujiyekê em hatin Gimgimê. Duh bi şev tevî hemû hewldanên me, mixabin me nekarîbûn xwe bigiînin amîrên mulkî û hevdîtinê bikin."

Irmak diyar kir ku wan duh derengiya şevê derfet dîtine bi Waliyê Mûşê re biaxivin û der barê hevdîtinê de wiha axivî: "Walîtî ji me re got, 'Qedexeya derketina derve ji bo ewlekariya gel û mirovên sivîl hatiye îlankirin'. Me jê pirsî 'komeke gerîla ya li hemberî hêzên ewlekariyê şer bike heye yan na, di vî warî de îstîxbarata wan heye yan na'. Wan jî gotin 'na, nîne'. Gotin dibe ku şev bi aramî derbas bibe. Danê sibehê jî li gorî agahiyên ji me re hat ragihandin, bajar şeveke bêdeng derbas kiribû. Hat ragihandin ku tevî dengê çekan jî şerekî dijwar li nava bajêr neqewimiye."

Irmak da xuyakirin ku dema danê êvarê ew hatin navçeyê, li rewşeke hilweşandî rast hatiye û got, "Di destpêkê de me dît ku camên hemû dikanên derabeyên wan daxistî hatine şikandin, gule li nava wan hatine reşandin û xisareke mezin a madî rû daye."

'4 KES HATIN KUŞTIN'

Irmak der barê mirinên li nava bajêr de got, "Li dehlên derveyî bajêr, li binê du daran me parçeyên goştê mirovan dît. Xwîn û parçeyên mirovan li ser guliyên daran bûn. Gengaz e ku di encama teqînekê yan jî teqandinekê de ev mirov parçe bûne. Em nizanin. Çend kes in, em wê jî nizanin. Di vê der barê de me agahî wernegirt. Şaredarê me agihand ku dema danê sibehê çû cihê bûyerê dîtiye ku hêzên ewlekariyê li herêmê cenaze rakirine. Mixabin di vê der barê de me agahiyên zêde wernegirt."

Hevseroka KCD'ê diyar kir ku Walîtiyê ji wan re ragihandiye ku 4 kes hatine kuştin û got, " Walîtiyê wêne nîşanî me da. Mirovên di wêne de xuya dikirin, sivîl bûn." Walî bi gotina "Ji ber kincê sivîl li wan e, nayê wê wateyê ku wan şîdet nekirine" gotinên pêşhikmî bilêv kir. Lê belê kesên di wêneyan de xuya dikirin û cenazeyên wan niha di destê rayedarên dewletê de ne, mirovên sivîl bûn."

Irmak anî ziman ku Qeymeqamtiya Gimgimê jî heman agahî daye û got, "Qeymeqam jî got ku 4 kes bûn, çek bi wan re hebûn û kincên gerîla li wan bûn. Agahiyên ku li agahiyên Walîtî nakin û xwedî nakokiyan e, da."