Iraqê meha herî bi xwîn a pênc salên dawî bihurand
Iraqê meha herî bi xwîn a pênc salên dawî bihurand
Iraqê meha herî bi xwîn a pênc salên dawî bihurand
Li gorî hejmarên fermî yên li Iraqê hatin weşandin, di bûyerên tundiyê yên meha Cotmehê de 964 kesan jiyana xwe ji dest dan. Meha bihurî ji Nîsana 2008'an û vir ve bû meha herî bi xwîn.
Li gorî bîlançoya ji aliyê Wezaretên Karên Hundir, Parastin û Tenduristiyê, di nava meha Cotmehê de 855 sivîl, 65 polîs û 44 leşker mirin, 1.600 kes jî birîndar bûn.
Meha Cotmehê, bi vê bîlançoyê re ji Nîsana 2008'an û vir ve ku hingî 1.078 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, meha herî giran bû. Di sala 2008'an de li welêt pevçûna mezhebî dihat jiyîn. Bi dehhezaran kesî di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn.
Asta tundiya meha Cotmehê rê li ber fikar û gumanan vekir ku rewşeke bi heman rengî ya pevçûna mezhebî rû bide. Zêdebûna tundiya li Iraqê, dê rojeva bingehîn a hevdîtina navbera Serokê DYE Barack Obama û Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî ya îro be.
Ji Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê rayedarekî di nava hefteyê de dabû xuyakirin ku niyeta welatê wî heye, ji bo têkoşîna li dijî El Qaîdeyê alîkariyê bide Iraqê. Di nava vê alîkariyê de mîna ku Malîkî dixwest, alîkariya alavên leşkerî jî hene.