Iraq dê ji Emerîka çekan bikire
Iraq dê ji Emerîka çekan bikire
Iraq dê ji Emerîka çekan bikire
Di encama hevdîtina Malîkî û Obama de şerê li dijî El Qaîdê û kirîna çekan derket. Serokê Emarîka Baarak Obama û Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malkî diyar kirin ku ji bo artêşa Iraq’ê li dijî rêxistina El Qaîdê şer bike, pêwîstiya wan bi çekan heye. Rayedarên Iraq’ê destnîşan kirin ku ew ê çekan ji Emerîka bikrin.
Serokwezîrê Iraq’ê Nûrî El-Malikî ku serdana Washington kir, piştî hevdîtina serokwerîzê Iraq’ê Nûrî Malikî bi Serokê Amarîka Baarak Obama re herdu aliyan daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo Artêşa Iraqê bikaribe li dijî rêxistina El Qaîdê şer bike, pêwîstiya wan bi çekan heye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rayedarên Iraqê bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera Iraq û Amerîka de ew dixwazin çekan ji Emerîka bikirin. Rayedarên Iraqê dan zanîn ku ew ê çekên bêne kirîn li gorî zagon û bingehên Emerîka bikar bînin.