Insîyatîva Zarokên Êgir 14 lotke û wesayitek şewitandin

Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand li gelek bajaran 14 lotke û wesayita êrîşkarekî li Konyayê ya li ser Kurdan şewitandine.

Insîyatîva Zarokên Êgir êrîşa nîjatperestên Tirk a li Konyayê û kuştina Kurdê bi navê Hîkmet Dal bi bîr xist û diyar kir, ''Ev ne êrîşeke jirêzê, dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan e'' û ''li dijî vê hovîtiyê tolhildan deng, gotin û çalakî ne''.

Di daxuyaniyê de hate ragihand yekîneyên wan 26'ê Tîrmehê li perava Maltepe tenbolê bi hevdemî 12 lotke şewitandine, 24'ê Tîrmehê li navçeya Kulu ya Konyayê 'faşîstek'î ku tevlî lînca kuştina Hîkmet Kul bûyî şewitandine. 

Insiyatîvê bi berdewamî ragihand 19'ê Tîrmehê li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê lotke bi navê ACD'ê li Turgutreis D-Marînê şewitandine.

Her her wihate hare ragihandin 14'ê Tîrmehê li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê lotkeya bi navê Ergun Aga şewitandine.