Însiyatîfa Ciwanan a APOYÎ ya Ewropa: Roj roja berxwedanê ye

Însiyatîfa Ciwanan a APOYÎ bal kişand ser terora dewletê ya li Bakurê Kurdistan û diyar kir ku pêwîst e li hemberî berxwedana Farqînê ku 9 roj in didome kes bêdeng nemîne.

Însiyatîfa Ciwanan a APOYÎ ya Ewropa têkildarî berxwedana ku 9 roj in li Farqîn didome daxuyaniyek nivîskî weşand.

Însiyatîfa Ciwanan a APOYÎ bal kişand ser terora dewletê ya li Bakurê Kurdistan û diyar kir ku pêwîst e li hemberî berxwedana Farqînê ku 9 roj in didome kes bêdeng nemîne.

Însiyatîfê ev bang li ciwanên li Ewropayê kir:

Însiyatîfa Ciwanan a APOYÎ ya li Ewropa pêwîst e li hemberî pêşketinên li Kurdistan û bi taybet berxwedana li Farqînê bibe yek û hemû yekeyên me helwesta xwe nîşan bidin. Berevajî vê, wê hêzên serwer bi hemû hêza xwe êrîş bikin. Roj roja çalakiyan e bêdengî xiyanet e.

Em bi ruhên ciwanên APOYÎ bang li hemû ciwanên Kurdistanî yên Egîd ên li Ewropa dijîn dikin ku li ser navê parastina rûmeta mirovatiyê li hemberî êrîş û komkujiyên pêk tên derkevin qadan û hesab bipirsin. Pêwîst e ruhê berxwedana li Farqînê li her cihî belav bibe.