Heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), encamên lêkolîna xwe ya li ser înfazên bêdaraz ên li navçeya Agirî Giyadînê li hemberî sivîlan hatin kirin, bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Di civîna li avahiya ÎHD'ê şaxê Amedê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Nûnerê Herêmê Abdûsselam Înceoren, rêveberên ÎHD'ê yên Amedê parêzer Rehşan Bataray Saman û Emîn Ermîn amade bûn.
Racî Bîlîcî berî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku piştî pevçûnan destpê kirin binpêkirinên mafên mirovan zêdebûn û dîmenên ji salên 90'î xirabtir pêk tên û wiha got: "Ji cenazeyên gerîlayên jin ên tên tazîkirin û tên teşhîr kirin bigirin heya qetilkirina zarok û kesên sivîl em rastî binpêkirinên mafên mirovan ên giran in. Dema me li bajarekî lêkolîn dikir li bajarekî din heman binpêkirinên mafên mirovan dihatin jiyîn."
Bîlîcî got ku li navçeya Giyadînê têkildarî bûyera înfaza bêdarazî de bi şahidên bûyerê, rayedarên fermî û lêkolînên cihê bûyerê kirin û wiha axivî: "Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê yên me pê re hevdîtin kirî û lêkolînên me yên li cihê bûyerê înfaza bêdarazî hatiye kirin."
Bîlîcî tespîtên di raporê de cih girtin wiha rêz kirin:
"*Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di 12'ê Tebaxa 2015'an de seat di derdora 21.30'an de şer derket û di şer de mîlîtanekî HPG'ê bi birîndarî hat girtin û hat înfazkirin.
* Der barê şerê qewimî de xwediyên îstîxbaratê bûn û ji ber vê yekê li tevahiya navçeyê hêzên ewlehiyê di seatên nava rojê de bi wesayîtên zirxî li navçeyê bi awayekî welatiyan diltirs bikin hatin bicihkirin û geriyan.
* Piştî şer seat di derdora 21:30'an de tîmên taybet li kolan û taxên ji herêma pevçûn ketinê û kargehên derdorê texrîp kirin.
* Tîmên taybet Muhammed Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ên di firina bi navê Umut Unlu Mamullerî de dixebitin û ji ber tirsa pevçûnê xwe di depoya daran a firinê de veşartin li gorî îfadeyên şahidên bûyerê û malbatqan hatine înfazkirin.
* Heyeta me tespît kiriye ku dozger ji bo lêkolîn bike nehatiyê cihê bûyerê, piştî ku zarok hatine înfazkirin nê 7 saetan li cihê bûyerê hatine rawestandin û bêyî ku dozger li cihê bûyerê lêkolînê bi cenaze ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine rakirin.
* Heyeta me tespît kiriye ku tîmên taybet bi ser malên ku nêzî depoya ku înfaz lê hatiyê kirin de girtin, di serdegirtinan de zarokê 12 salî jî di nav de welatiyên ku bûne şehidê înfazê hatine binçavkirin û bi vî rengî hatiye xwestin ku li ser bûyerê bê girtin dîsa hatiye xwestin ku cilên HPG'iyan bi welatiyên hatine binçavkirin bidin li xwe kirin lê ji ber ku welatiyan îtiraz kirine jî dev ji vî hewldanê hatiye berdan.
* Heyeta me di hevdîtina ku bi malbatên du zarokên ku hatine qetilkirin pêk aniye de tespît kiriye ku zarok di halê xwe de bûne û ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bikin di firinê de xebitîne."
Bîlîcî bilêv kir ku ji bilî tespîtan wekî heyet ji pirsên wiha re jî xwestine bersivê bibînin:
" * Zarokên ku ji ber pevçûn û dengên çekan tirsiyane û xwe di depoya êzingan de veşartine, li gel ku sivîl û bêçek in jî ji bo Tîmên Taybet gelo xetereyeke çawa bûn? Zarok beriya ku bên înfazkirin ji bo ku bikaribin xwe îfade bikin derfet hate dayîn?
* Dîsa sedema binçavkirina welatiyên ku bûne şehidê bûyerê çi ye? Dema ku hatine binçavkirin hewl da cilên HPG'iyan li wan kirin rast e yan na? Heke rast be sedema vê yekê çi ye?
* Çima dozger nehatiye cihê bûyerê? Piştî ku zarok hatine înfazkirin 7 saetan çime li cihê bûyerê hatine rawestandin? Bêyî ku dozger li cihê bûyerê lêkolîn bike çima cenaze ji aliyê hêzêr ewlehiyê ve ji cihê bûyerê birine?
* Hêj têkîldarî bûyerê lêkolîn çênebûye li gel ku yên hatine înfazkirin zarok û sivîl in jî Walîtiya Agiriyê li gorî kîjan hincetê têkîldarî bûyerê daxuyaniya '3 terorîst bi çekên xwe ve bi mirî hatin bidestxistin da?"
Bîlîcî ji bo ronîkirina bûyerê ev pêşniyar kir:
" * Ji bo ku înfaza bêdaraz û binpêkirina mafên mirovan a li navçeya Giyadîna Agiriyê bê ronîkirin divê lêpirsîn bê destpêkirin û di anva vê demê de hêzên ewlehiyê yên têkîldar ji peywir bên durxistin.
* Walîtiya Agiriyê daxuyaniya xwe ya piştî bûyerê ya "3 terorîst bi çekên xwe ve bi mirî hatin bidestxistin" weşan ji malpera xwe vekişîne, der barê paşvekişindinê de jî daxuyaniyeke bide û di encama lêpirsînê de daxuyaniyeke nû bide.
* Bûyerên înfazên bêdaraz ji bo ku neyên dubarekirin ji aliyê Walîtiya Agiriyê ve divê tedbîrên ewlehiya welatiyan bê girtin."