ÎHD: Bila şert û mercên Ocalan bên başkirin

ÎHD: Bila şert û mercên Ocalan bên başkirin

ÎHD’ê rapora ya 9 mehên sala 2013’an ya  Herêm Anatolya ya Başûrê Rojilat û Rojhilat aşkera kir. Cigirê serokê giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelekî balkişand ser binpêkirinên mafan yên pêvajoya aştiyê û got: “Ji bo ev geşedanên neyînî yên ku di pêvajoyê de pêk hatine ji holê bê rakirin divê her kes peywira xwe bîne cih. Ji bo pêvajoya muzakere û dîalogê baş bir rêve biçe, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, şer û mertcên pêşvebirina muzakerayan bê afirandin.

Civîna kul i şaxa ÎHD’a Amedê pêk hat, cigirê serokê giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelebî, serokê ÎHD’a Amedê RAcî Bîlîcî, sekreterê Şaxê Abdullselam Înceoren û rêveberên  şaxê parêzer Rehşan Bataray Saman û Muhterem Suren tevli bû.

Beriya rapor bê aşkerairin metna çapemeniyê hat xwendin û cigirê serokê giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelebî axivî û got: “3 meh berê me rapora 6 mehan aşkera kir. Wê demê me gotibû em nêzî aştiyê ne. Ji ber vê me  hevdîtinê aştiyê erênî didît. Lê sê meh derbas bûn.  Mixabin hêviyên me têk diçin. Dema em li pêşveçûna pêvajoyê dinêrin, fikarên me zêde dibin.

TEQEMENÎ MIRINAN ZÊDE DIKE

Çelebî got di van 9 mehên salê de, binpêkirinên mafan li gorî salên din kêm bûne, lê di mehên dawî de rewş dîsa aloz bûye û got: “Di vê pêvajoyê de ya kum e kêfxweş dike eve, binpêkirinên mafê mirovan û mirin kêm bûne.  Lê mixabin teqemeniyên şerê 30 salî dibe sedem ku jiyana kesan û ev jî binpêkirin mafan didomîne. Herî dawî li Şemzînanê zarokê bi navê Behzat Ozer di encama teqînê de mir. Divê ev dewlet demildest van mayînan û teqemeniya paqij bike.  AKP di vê mijarê de tu tiştekî nake.

SAMIMIYETA AKP’Ê NÎNE

Çelebî wiha pê de çû: “Ligel agirbesta du alî û vekişîna PKK’ê, hikûmetê pêngavên erênî navêt û ev jî fikar zêde kir. Di 30’ê îlonê de Erdogan pakêta demokratîkbûnê aşkera kir û bi vê pakêtê re gel bi samimiyeta AKP’ê bawer nake. Wek me berê jî gotibû, çêkirina qerekol, tevgera leşkerî, çêkirina bendavan, kadroya cerdevanan û zextên li ser gel, ne li gorî pêvajoya çarseriyê ye.

Çêkirina Mekeqanûnek û guherîna qanûnên dij demokratîk, ji bo pêvajo aştiyê pêwiste. Lê neguhertina van û nerakirina TMK’ê nêzîkatiya wan ya li dijî pêvajoyê nîşan dide. Bi hezara siyasetmedarên kurd yên di bin navê KCK’ê de hatin girtin, hêj girtîne. Zextên polîsan yên li ser gel zêde dibin.  Merciyên edlî û îdarî îşkencekaran diparêzin û pêkanînên xerab zêde bûne. Jin li kolanê li ber çavan ji aliyê mêran ve tên kuştin. Lê dewlet di van mijaran de peywira xwe naynin cih.

GIRYÊN NEXWEŞ NAYÊN BERDAN

Çelebî balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan tên jiyîn. Saziyên dewletê li şûna ku bi berpirsyar tevbigerin, tiştek nakin û li girtîgehan zext û pêkanînên keyfî didomin. Her roj ji girtîgeha name tên.  Em li ser vê serî li wezareta dadê didin. Lê bê encam dimînin. Bûyera li girtîgeha Muşê hat jiyîn jî, bo wê tiştek nehat kirin.

Rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe.  Li gorî rapora komîsyona girtîgehan 526 girtiyên nexweş yên giran hene. Ji vana 156 divê demildest bên tahliyekirin. Sozê ku tên dayîn, naynin cih. Her wiha şert û mercên tecrîda giran ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî  bandorek mezin li tenduristiya wî dikin.”

BI DARIZANDINA ÇEND POLÎS Û LEŞKERAN BI PAŞEROJÊ RE TÊN RÛ HEV

Çelebî got pêkanînên derveyê mirovahiyê yên di salên 90’î de hatine jiyîn bi xetereya demboriyê re rû bi rûne û ev xaleke girîng ya rojevê ye û wiha got: “ wek tê zanîn em ÎHD’ê di mijara ku ev sûc derkevin holê, hewldanên me yên mezin çêbûn.  Lê dewlet heman hewldanê nîşan nade. Di encama hewldanên me de der barê hinek bûyeran de doz hatin vekirin. Lê bi sedan dosya bi xetereya demboriyê re rû bi rûne. Em Komîsyona Mafê Mirovan dibêjin ku; ji bo qirêjiyên di demên borî de hatine jiyîn derketin holê divê bi navê Komîsyona Edelet û Lêkolîna Heqeqîtê avabûnek, bê avkirin. Bi komîsyonek wisa arşîvên dewletê bên vekirin û ji sûcdaran hesab bê pirsîn, aqubeta wendayan bê aşkerakirin.

 

Çelebî li ser geşedanên Sûriyeyê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên Rojava jî sekinî û got: “Piştî şerê sûriyeyê destpêkir, Tirkiye ket nava hesaban. Vê bandorek neyînî li ser welatê me kiriye. Me tespît kiriye ku Tirkiyeyê piştgirî daye çeteyan û li ser gelê Rojava ambargo daniye. Herî dawî j îli hinek herêman dîwarê şermê avakiriye.”

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN

Çelebî wiha pê de çû: “Ji bo ku  pêvajoya aştiyê bi awayekî erênî û baş bimeşin divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û tecrîsa li ser Ocalan bê rakirin.”

Piştî Çelebî serokê ÎHD’a Amedê Bilîcî jî binpêkirina mafan ya 9 mehên vê salê aşkera kir û li gorî daneyan wiha rêz kir;

-Di pevçûnan de polîsên mirin-birîndar bûn: yek mirî, 7 birîndar

 

-PKK’iyên di pevçûnan de mirine-birîndar bûne: 28

 

-Kuştinên  kiryarnediyar, înfazên bê daraz, mirinên sivîlan yên di pevçûnan de: 19 mirî, 29 birîndar

-Di encama şaşiya fermî û binpêkirina mafan de mirin/birîndarî:19 mirî, 4 birîndar

 

-întîxarê jinan: 23 întîxar, 9 teşebbus

 

-întîxarê mêran: 22 întîxar, 4 teşebbus

 

-întîxarên zarokan: 12 întîxar

 

-întîxarên leşker û polîsan: 8 întîxar, 4 teşebbus

 

- binçavkirin: 900

 

-girtin: 213

 

-Îşkence û pêkanînên xerab: 321

 

-Mudaxaleya bûyerên civakî: 92 mudaxale, 86 birîndarî-derb

 

-hejmara kesên rastî lêpirsîn, doz û cezayan hatiye: 512

 

-binpêkirinên li girtîgehan: 822

 

-binpêkirinên mafên civakî û aborî: 2360

 

-binpêkirinên din: 1751