Îdîaya li Wanê leşkerekî întîhar kir

Îdîaya li Wanê leşkerekî întîhar kir

Li Qereqola Dêrê ya Hidûd ya Elbaka Wanê leşkerê bi navê Davut Yardimci birîndar hate dîtin. Dema Yardimci rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li 3'emîn Fermandariya Tabûra Hidût a li gundê Dêrê yê Navçeya Elbaka Wanê leşkerê bi navê Davut Yardimci ku ji Wêranşara Rihayê ye, li qulûba nobetê kuştî hate dîtin.

Dema Davut Yardimci rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya ELbakê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yardimci ji bo otopsiyê li morga nexweşxaneya dewletê ya Elbakê tê rawestandin. Piştî otopsiyê dê cenazeyê Yardimci bibin Rihayê.