Îbrahîm Kaypakkaya hat bibîranîn
Îbrahîm Kaypakkaya hat bibîranîn
Îbrahîm Kaypakkaya hat bibîranîn
Îbrahîm Kaypakkaya di 40’emîn salvegera qetilkirina xwe de li bajarê Ludwîgshafen am Rheîn a Almanyayê hat bibîranîn. Bernameya duh êvarê pêk hat nêzî 5 hezar kesî tevli bûn. Di têketina salonê de wêneyên şehîdên şoreşê hat daliqandin. Navê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji det dane hatin xwendidn û deqeyek rêz hat girtin.
Di beşa çandî ya şemê de Civaka Muzîkê ya Partîzan a ji VartînÎkê berbi Amedê, skeç, helbest, Ozan Rencber, Onur Olgun, Hozan Qamber, Hasan Salgam, Koma Muzîkê ya Jinan a Nû, Pinar Aydinlar, Bajar, Ferhat Tunç, Niyazî Koyuncu derketin ser dîkê. Her wiha fîlm Dîa hat nîşandan û delegasyonên navnetewî yên piştevaniyê tevli bûn.
Di axaftina vekirinê ya şevê de wiha hate gotin: “Rêberê Komînîst Îbrahîm Kaypakkay 40 sal brê li Dêrsîmê dîl hat girtin. Li girtîgeha Amedê hat darizandin. Heval Îbrahîm di tu mijarê de serî netewand. Di 18’ê Gulana 1973’an de hat qetilkirin.”