Parlementerê Elman Andrej Hûnko di semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan” de axivî û got:“Gelo agahiyên li Încîrlîkê tên komkirin ji ser Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re diçin? Di vî warî de gumanên me hene. Me gelek caran ev tişt ji hikumeta Merkel re pirsî, lê bersiveke baş nedan me.”
Enstîtuya Dîplomasiya Çandî ya li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye îro xwedîtî li hevdîtineke girîng kir. Di vê enstîtuyê de ya ku komxebatên neteweyî û navneteweyî tên lidarxistin îro jî semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de Kurd ên ku aktorên herêmî ne” hate lidarxistin.
Semîner bi piştgiriya Enstîtuya Dîplomasiya Çandî û nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên li welatên Beneluxê (Belçîka, Hollanda û Luksembûrg) hat lidarxistin.
Di beşa pêşîn a semînerê de Serokkomarê kevn ê Romanyayê Prof. Emîl Constantînescû û Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Yûsûf Muhammed Sadik axivîbûn. Di beşa duyemîn a semînerê ya piştî nîvro de jî Parlementerê Partiya Çep ê Elman Andrej Hûnko û Hevserokê PYD’ê Salih Muslum axivîn.
“PIŞTÎ ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê ME BÊTIR PKK FÊM KIR”
Siyasetmedarê Elman Andrej Hûnko bi bîrxistina êrîşên DAIŞ’ê yên havîn û payîza 2014’an dest bi axaftinê kir û got: “Di vê qirkirinê de em şaş man. Me hê nû têkoşîna PYD û PKK’ê fêm kir. Me ev mijar anî rojeva meclîsê û li wê derê me nîqaş kir.
Di payîza 2014’an de hikumeta Elmanyayê biryar da ku çekan bidin Kurdên ku li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Lê dema ku çek nedan YPG’ê ev hat wateya ku çek nedane hêza herî mezin a li hemberî DAIŞ’ê şer dike. Nakokiyeke gelekî mezin e ku Elmanya çekan neden YPG’ê.”
‘GELO ÇIMA AGAHIYÊN LI ÎNCÎRLÎKÊ DIDIN TIRKIYEYÊ’
Parlementerê Elman diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hikumeta Elman balefirên keşfê daye Încîrlîkê û balefirên îstîhbaratê yên AWACS’ê daye Konyayê û got: “Ev balefir çavdêriya Rojava û Sûriyeyê dike, wêneyan digire, dîmenan qeyd dike û dûre jî van dîmenan dide koalîsyonê. Tirkiye jî di nav vê koalîsyonê de ye. Çima tê de ye ez jî nizanim. Gumanên me hene ku Tirkiye van agahiyan dide DAIŞ’ê. Me gelek caran ji Merkel pirsî lê bersiveke baş nedan me.”
Parlementerê Elman rexne kir ku çima di qada navneteweyî de cih nadin YPG’ê û got, “Li Cenevre û Astanayê divê nûnerên Kurdan hebe. Bi vî awayî em dikarin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xurt bikin.”
MUSLUM: DAIŞ’Ê BI TAYBETÎ KURDISTAN HILBIJART
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslum ê di destpêka axaftina xwe de spasiya Enstîtuya Dîplomasî ya Çandê kir wiha got: “ Spasiya her kesê dikin kû derfetek wiha amade kirin ku em li hev bicivin.” Muslum bal kişand ser girîngiya çanda dîplomasî ya li dijî şerê fikrên hiş û wiha pêde çû:
“Demekî pir dirêj fikirîm ku çima DAIŞ’ê bi kijan armancê hilbijart û êrîşî Kurdistanê kir. Di dawî de gihiştim vê darazê; ji ber ku Kurdisan û Mezopotamya ji gelê qedîm re mêhvanperwertî kiriye, li vir bi hezaran sal bi hezarna gel di nav hev de jiya. Ev xak xwedî potansiyeka demokrasî û mêhvanperweriya pirbûnê ye. Ji vê tirsiyan ji ber vê êrîş kirin.
Du nêzîkatiyên bingehîn ên DAIŞ’ê hene; a yekem îdeolojîk, a duyem jî olî bû. Ji wekheviya jin-mêr, ji demokrasiya gel û ji civakê ya bûna hêz tirsiyan. Ol weke lingek polîtîk bi kar anîn, DAIŞ’ê herêm kire bazinek ji agir, xwest vê destkeftiyên çandî-siyasî tine bike.
Em li vir ne tenê li gel DAIŞ’ê şer dikin, ji bo avakirina civakekî azad jî xebat dikin. Li wir ne tenê YPG û YPJ, gel jî di çarçoveya sîstema xwerêveberiyê de rêxistin dike. Yekane rêya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kirin, weke civakekî polîtîk û parastina destkeftiyên siyasî yên wê civakê ye. Modela demokrasiya redîkal/demokrasiyê ya ku me avakirî asta civakê ya xwerêveberiyê bilind kir. Piştî ku me êrîşên DAIŞ’ê yên li Ewropayê jî dît, em vê modelê pêşkêşî gelê Ewropayê jî dikin.
‘BIRYARA QEDEXEYÊ BÊMAFIYE LI HEMBERÎ GELÊ ELMAN JÎ’
Hevserokê PYD’ê ê ku destnîşan kir ku Artêşa Sûriye ya Azad, Cebhet El Nûsra, rêxistinê muxalîf ên mîna wê û komên ku tên îdîakirin di aliyê îdeolojîk de ne ji DAIŞ’ê ferqin wiha got: “Piştgirîkirina hinek ji van koman a di aliyê têkoşîna li gel DAIŞ’ê ya ji aliyê hinek welatên di nava koalîsyonê de ne nayê qeebûlkirin.”
Muslum bibîr xist bi qasî dinê delîl hene ku hevkariya Tirkiyeyêm û DAIŞ’ê nîşan dide û got: “Ji gelek van delîlan me bi koalîsyona navneteweyî re jî parve kir. Yekane armanca Tirkiyeyê DAIŞ’ê rizgar bike û heyîna civaka azad a Kurdan ji holê rake. “
Salîh Muslum qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ’ê a ji aliyê Elmanyayê ve bibîr xist û ev bang ji bo hikûmeta Berlînê kir: “Ev qedexeya pêkenîn ne tenê bêmafiyê li gelê Kurd dike, di heman demê de di serî de bêmafiyekî li hember gelê Elman û hemû mirovahiyê ye. Em daxwaz dikin ku bi lezgîn ev qedexe bê rakirin.
Piştî axaftinan û şûnde di axaftinên kurt de biryra xurtkirina hevkariyê ya di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan derkete pêş. Semîner piştî piryarên guhdarvanan û şûnde bi dawî bû.