Hunermendan banga 'komkujiyan biqedîne' li AKP'ê kirin

Hunermendan nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên AKP li Farqînê û Kurdistanê dike, dan. Hunermendan ji bo çareseriyê işaret bi agirbesta dualî û siyaseta demokratîk kirin.

Hunermend Orhan Alkaya, Nûr Surer, Lale Mansûr, Altan Erkeklî û Ezel Akay, bi rêya ANF'ê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya komkujiyê ya AKP'ê dan.

ALKAYA: AKP POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ DIMEŞÎNE

Lîstikvan, Derhêner û Nivîskar Orhan Alkaya diyar kir ku AKP di polîtîkayên şer û tinekirinê de israr dike û got, "Ev polîtîka, ji destpêkê ve diyar e wê rê li ber karesatekê veke. Ji bo agirbesteke bê şert û aştiyê ez bang dikim. Divê dawî li polîtîkaya tinekirina qadên sivîlan bê anîn. Di rewşeke berevajî de wê karesatek derkeve pêşiya me."

SURER: DAWÎ LI MIRINAN BÎNIN, BILA PÊVAJO BIDOME

Lîstikvan Nûr Surer da xuyakirin, ku divê 'Pêvajoya Çareseriyê' ya ku hikûmetê cemidandiye ji nû ve bê zindîkirin û bal kişand ser pêkanînên qetlîamker ên AKP'ê. Surer got, "Kuştina mirovan ewçend bêhişî, mirovan gelekî diêşîne. Pêwîste dawî li vê yekê bê anîn. Ji 7'ê Hezîranê û vir ve zêdeyî 300 mirov, çi zarok çi extiyar hatin kuştin. Pêvajoya aştiyê li ku xitimî be, divê pêşî lê bê vekirin. Mûxatabê şer hene, divê ew li hev rûnên û biaxivin. Hemû bar li ser pişta parlamenterên HDP'ê hiştin. Bi qasî wan ti kes ji bo aştiyê naxebitin."

ERKEKLÎ: BILA KOMKUJÎ BÊ QEDANDIN!

Lîstikvan Altan Erkeklî nerazîbûn nîşanî terora AKP'ê ya li Farqîn û gelemperiya Kurdistanê da û got, "Bûyerên diqewimin gelekî bi êş û dilşewat in." Erkeklî xwest, komkujiyên tên kirin êdî werin qedandin û got, "Mirina mirovan bi ti awayî nayê qebûlkirin. Pêwîste tavilê dest ji kuştina mirovan bê berdan."

MANSÛR: BILA SIYASETA DEMOKRATÎK BIKEVE DEWRÊ

Lîstikvan Lale Mansûr ji bo bidawîbûna mirina mirovan xwest agirbesteke dualî bê ragihandin. Mansûr bang li hikûmetê kir ku rêyên diyalogê veke û got, "Li ti devera cîhanê pirsgirêk bêyî li ser bê axaftin, nehatiye çareserkirin. Pêwîste siyaseta demokratîk ji nû ve bikeve dewrê. Nabe ku dewlet bi gotina 'destwerdana li sûcdaran' pitik, extiyar û mirovên sivîl qetil bike."

AKAY: DEWLET DIXWAZE ŞEREKÎ MEZIN BIDE DESTPÊKIRIN!

Derhêner Ezel Akay jî bûyerên li Farqînê diqewimin weke 'polîtîkaya dîlgirtinê' pênase kir û anî ziman ku dewlet bi bikaranîna hêzeke gelekî taybet re dor li gel girtiye.

Akay got, "Ev yek taktîkeke 'binêre em çawa gelê te dikujin' e. Vê taktîkê ji bo destpêkirina şerekî mezin bi kar tîne. Ji ber ku gelê li wê derê deng nedaye siyaseta li ser desthilatdariyê, ji wan tê ku vî gelî hemû tine bike. Li hemberî vê yekê, yekane tişta bê kirin hiqûq e. Li cihê hiqûq lê nebe, şer heye. Dibe ku planên wan hebe ku cihên mîna Farqînê vala bikin û mirovên alîgirê dewletê lê bicih bikin."

BANGA LI HIQÛQNASAN

Akay destnîşan kir ku divê ev sîstem bi temamî were guhertin û got, "Di vir de pêwîste bi taybetî hiqûqnas rabin ser piyan. Divê hiqûqnas li ber xwe bikevin."

Akay ragihand ku dewletê li Farqînê hêzên xwe yên taybet xistiye nava tevgerê û got, "Ji wan re qadeke berfireh a îstîxbaratê hat vekirin. Li wê derê hêzên gelekî taybet şer dikin. Ew di nava dewletê dewlet in. Dewleta rastî ya paramîlîter, ew in. Leşker jî polîs jî çiqasî bi wan re hevkariyê bikin, ewqasî gemarî dibin. Lê weke amûreke cidî tên bikaranîn."