Huda Kaya: Ewlekariya ruhî ya Ermeniyan di xeteriyê de ye

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser gefên li dijî Ermeniyan a li Stenbolê, ragihand ku ewlekariya ruhî ya Ermeniyên li semta Samatya di xeteriyê de ne.

Wekîla HDP’yî Huda Kaya, ji bo Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsek pêşkêşî Meclîsê kir.

Kaya di pêşnûmeyê de got: “Malên berî hefteyekê li semta Samatya li navçeya Fatîh a Stenbolê hatibû îşaretkirin, êrîşek li dijî welatiyeke me yê Ermenî pêk hatiye.”

Di pêşnûmeyê de hatiye gotin ku di dema êrîşê de ‘ev hê destpêke’ hem bi nivîskî û hem bi gotinî gef hatine kirin, ev jî hêlaye ku fikarên welatiyên taxê zêde bibe.

Kaya got: “Piştî êrîşê hê jî malên welatiyên em yên Ermenî yên li semta Samatya tên îşaretkirin û ewlekariya ruhê welatiyên taxê di xeteriyê de ye.”

Kaya da xuyakirin ku li ser êrîşê bê ka lêkolînek hatiye kirin an ne, tedbîrên çawa hatine girtin, ji bo ewlekariya ruhî ya welatiyan çi hatiye kirin, rola zimanê cihêker û dijber ên hikûmetê ya li ser kêmenetewan çiqas bi bandore.