HRW: Tirkiye mafê her kesî binpê dike!

HRW’ê di rapora 2017’an de cih da faşîzma AKP-MHP’ê jî. Di raporê de êrîşên li ser Kurdan, muxalîfan û li ser medyayê hatin destnîşankirin.

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) rapora salane weşand.

Li gorî nûçeya di Bîanetê de di beşa Tirkiyê ya raporê de êşkenceya polîsan, qirkrina siyasî, zexta li ser nûçegihanan, şerê li Kurdistanê ji hêla mafê mirovan ve hate nirxandin.

Di raporê de hate gotin, ‘’Tirkiyê pergala Seroktiyê sazkar kiriye ku li dijî bikaranîna neçê ya rayeyên Serokkomariyê hevsenga hewce û mekanîzmaya kontrolê venahewîne.’’

JI RAPORÊ..

Di raporê de hate gotin:

‘’*Hikûmeta bi pêşengiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Nîsanê, di rewşa awarte de li gel yên ku beriya 9 mehan hatibûn ragihandin jî di nav de, têra xwe mafê mirovan hatibû sînordarkirin û ji bo vê jî ziyan dida dadmendiya hilbijartinê referandûma Destûrê hatiye kirin. Hilbijêr guherînên pêşniyazkirî bi ferqekeke pir kêm qebûl kirin.

*Hikûmeta Tirk zexteke zêde li ser dadger û dozgeran kir. Neçê bikaranîna yasayên bi têkoşîna dijî terorê, hewldanên rewa yên ji bo darizandina berpirsên hewldana darbeya 2016’an jî seqet kir.

*2017’an bi meyla siyasî li ser nûçeginan gelek sûcên têkilî têkoşîna terorê hatine vekirin.

*Hikûmetê her wiha parêzerê mafê mirovan ji xwe re kire hedef. Serokê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç hê jî bi sûcdariyeke ku li hev anîne ya bi endamtiya rêxistina terorê di girtîgehê de ye. Karsaz û parazvanê civaka sivîl Osman Kaval hê jî girtî ye û derbarê wî bi îdîayên bêbingeh ku tevlî hewldana darbeyê bûye lêpirsîn tê kirin.

*Hikûmet 2017’an li dijî muxalefeta Kurdan a li meclîsê, li dijî rêveberiyên xwecih ê başûrêrojhilat ê welêt êrîşa xwe berfireh kir.

-Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, li ser endamên HDP’ê bi çarçoweya sûcdariya têkoşîna dijî terorê ev ji salekê zêdetir e di girtîgehê de têne hiştin. Hikûmetê hema hema dest li ser hemû şaredariyên başûrêrojhilat daniye, mirovên herêmê ji nûnerên hilbijartî merhûm kiriye. ‘’