Hrant Dînk li Stockholmê hate bîranîn

Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Agosê Hrant Dînk ku li ber avahiya rojnameyê hate kuştin, di salvegera 11. de li Stockholmê hate bîranîn.

Dînk, mehek beriya bê kuştin hatibû paytexta Swêd Stockholmê û weke qiseker tevlî konferansên li ser binpêkirina mafên mirovan û azadiya fikir û ramanê yên li Tirkiyeyê bû.

Bi wesîleya salvegera 11'emîn, Dînk li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) a lê axivî bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamevanên Sînornenas Erol Onderoglû li bîranînê axivî û destnîşan kir, tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî hê failên rastî nayên darizandin û bi vî rengî hewl tê dayin komkujî were tarîkirin.

Onderoglû diyar kir ku Hrant Dînk û Tahîr Elçî nirxên civakên Ermenî û Kurd bûn her wiha ji bo jiyana bi hev re ya civaka Tirkiyeyê jî sembol û nirxên girîng bûn. Onderoglû got, "Bi kuştina wan re civaka Tirkiyeyê xizan bû."

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Rojnamevanên Ewropayê û Serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordlîng bal kişand ser girtina rojnamevanan piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê.

Nordlîng diyar kir ku ew rûniştina rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin rêxistinbûna sendîkayî ya rojnamevanên li Tirkiye û Kurdistanê.

Bi navê Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrea Bodekûll jî da xuyakirin ku di nava rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan de yên li Tirkiyeyê hatine girtin, gelek kes tenê ji ber ku polîtîkaya hikumetê rexne kirine hatine girtin.

Serokê Seksiyona Swêdê ya Rojnamevanên Sînorneas Jonathan Lûndqvîst jî bi bîr xist ku azadiya raman û çapemeniyê şertê bingehîn ê demokrasiyê ye û got, "Li welatekî ku medya ne azad e, mirov nikare qala demokrasiyê bike."

Rojnamevan Kurdo Baksî jî anî ziman ku AKP dixwaze bi rêya UETD, zextên li Tirkiye û Kurdistanê dike li Swêdê jî bidomîne û got, "Ev yek helwesteke gelekî cidî û xetere ye."

Di dawiya merasîma bîranînê de şanoger Serpîl Înanç helbestên helbestvanan ên li ser Hrant Dînk xwend.