HPG: Tevgera artêşa Tirk li sînor didome

HPG: Tevgera artêşa Tirk li sînor didome

HPG’ê ragihandin ku liv û tevgera artêşa Tirk li ser sînor didome. Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û diyarkir ku, roja 11’ê Gulanê di demjimêr 15:00’an de 2 kobra û Skorskyek ya artêşa Tirk xwestiye bikeve Deriyê Dawetê yê herêma Şehîd Kendal yê Heftenînê. Piştî gêrîlayan bersiv da helîkopter ji herêmê dûr ket.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “Roja 11’ê Gulanê di demjimêr 15:00’an de 2 kobra û Skorskyek ya artêşa tirk xwestiye bikeve Deriyê Dawetê yê herêma Şehîd Kendal ya Heftenînê. Piştî ku hêzên me yên gêrîla bersivdan helîkopter ji herêmê dûrket.

Di roja 10’ê Gulanê di navbera demjimêrên 15:00 û 16:00’an de Skorskyekî artêşa Tirk herêma Dola Kuliya ya Heftenînê bombebaran kiribû.

Şeva 11’ê Gulanê di navbera demjimêrên 21:00 û 21:30’an de jî balefirên şer yên artêşa Tirk li ser herêmên Xakurkê nizim firiyabûn.”