HPG: Ji ber şert û mercên hewayê gêrîlayan nekarî vekişin
HPG: Ji ber şert û mercên hewayê gêrîlayan nekarî vekişin
HPG: Ji ber şert û mercên hewayê gêrîlayan nekarî vekişin
Li gorî agahiyên ku me ji HPG’ê girtin komên gêrîlayên HPG’ê ên di çarçoveya pêvajoya vekişînê de li bendê bûn bên Başûrê Kurdistanê herêmên Parastina Medyayê , ji ber sedema şert û mercên hewayê negihane cihê xwe. Agahiyên ku me ji HPG-NÇR’ê girtin, ragihandin ku dema koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê hatin ew dê di nava çend rojên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Hêjayî gotinê ye ku, çav lê bû îro komek ya gêrîlayên HPG’ê di çarçoveya pêvajoya vekişînê ya 8’ê Gulanê destpêkir de, bên Başûrê Kurdistanê herêmên Parastina Medyayê de. Herwiha gelek rojnamevanên biyanî û yên Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Parastina Medyayê li benda komê bûn û hêjan rawestîna wan didome.