HKO'yê konferansa xwe ya 2'emîn a leşkerî li dar xist

Artêşa Rizgariya Gel (HKO) 2'emîn Konferansa Leşkerî li dar xist. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê bi guherîn û veguherîneke mezin bersiv ji rêbaza şer a guhertî re bê dayin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Leşkerî ya Partiya Komunîst a Maoîst (HKO), Konferansa 2'emîn a Leşkerî 'bi rengekî serketî' hate lidarxistin.

Di encamnameya konferansê de hate ragihandin ku pêvajoya heyî bi berfirehî hatiye nirxandin û işaret bi girîngiya bûyerên ku li asta herêmî û navneteweyî diqewimin hate kirin.

Di konferansê de ji bo rejîma heyî ya li Tirkiyeyê ev pênase hate kirin, "Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê gelên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ye, bi her desthilatdariya xwe xwîna gelan dimêje."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku faşîzm li gel teknolojî û teknîka xwe, li gel tevna xwe ya îstîxbaratê û şerê psîkolojîk li hemberî şerê gerîla ji aliyê stratejîk ve bêçare maye.

Di konferansê de işaret bi rastiya şer a ku hatiye guhertin hate kirin û hate gotin, "Divê li gorî vê yekê guhertineke mezin bê kirin û bersiv li rastiya heyî ya şer bê dayin. Ev yek wezîfeya me ya dîrokî û rojane ye, wezîfeya me ya li pêşberî şoreşê û girseyê ye. Weke şopdarên yên ku şer bi şerkirinê hîn bûn, mîna doh îro jî bi şer kirinê hîn dibin û bi hînkirinê şer dikin."

Di encamnameya konferansê de ji bo şerê li çeperên Şerê Gel ê Sosyalîst bang hate kirin.

Di dawiya encamnameyê de şehîdên şoreşê yên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê hatin bîranîn.