Hiqûqnas: Di rewşeke wiha de ku HDP’yî têne girtin, referandûm ne rewa ye!
Hiqûqnasan li dijî girtina wekîlên HDP’ê helwest nîşan dan û gotin, referandûmeke wiha ku rikber têne bêdeng kirin ne rewa ye.
Hiqûqnasan li dijî girtina wekîlên HDP’ê helwest nîşan dan û gotin, referandûmeke wiha ku rikber têne bêdeng kirin ne rewa ye.
Hiqûqnas ji ANF’ê re axivîn û gotin, polîtîkaya ku bi rakirina destnedana wekîlên HDP'ê dest pê kir û bi girtina wan didome, bi armanca desteserkirina muxalefetê ye.
Hiqûqnas Bahrî Belen diyar kir, binçavkirina wekîlên HDP’ê li dijî demorasiyê û got, "Ji bo wekîlên HDP'ê muxalefetê nekin têne girtin." Belen bi berdewamî got, "Bi rêbaz û azîneyeke ku rêgezên demokrasiyê têne xitimandin ne referandûm dibe û ne jî dendgan."
'BIRYAR NE HIQÛQÎ LÊ NAVENDÎ YE'
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, ku komele bi biryarnameya Rewşa Awarte hatibû girtin got, bi mahneyên ji rêzê berdevkê partiyê jî di nav de girtina wekîlên partiyeke ku li ser referandûmê raya xwe hişkere kiriye û dest bi xebatên xwe kiriye, destwerdana li referandûmê ye. Kozagaçli got, "Referandûm cihê nîqaşê ye û ti rewabûna wê nîne."
'DI REWŞEKE WIHA DE REFERANDÛM NE PÊKAN E'
Serokê Berê yê Baroya Stenbolê Tûrgût Kazan jî diyar kir, di rewşeke wiha de ku hevserokên partiyeke siyasî, wekîl, nûçegihan, kesên ku ramanên xwe diyar dikin, têne girtin, ne pêkan e ku referandûm were kirin. Kazan anî ziman, di Rewşa Awarte de referandûm ji xwe ne rast e, di hin destûran de tê gotin ku di Rewşa Awarte de guherîna destûrê nikare were kirin. Kazan bi berdewamî diyar kir ku pêdivî bi rêgezan jî nîn e, ku civak ji demokrasiyê bawer be jixwe dizane ku di şertên wiha de destûr nayên danîn.
'BI GIRTINA WEKÎLÊN HDP’Ê NIKARIN PÊŞÎ LI PÊLA 'NA' BIGIRIN'
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman, girtina wekîlên HDP’ê bi mebesta tirsandina derdora siyasî ya Kurd, dostên wan û civakê ye û got, "Bi girtina wekîlên HDP’ê nikarin di referandûmê de pêşî li pêla 'NA' bigirin. Van girtinan îro dest pê nekiriye; ji bo ku pêşî li tevgera siyasî ya Kurd bigirin bi salan e vê rêbazê bi kar tînin. Lê çawa ku duh bikêr nehat niha jî wê bikêr neyê."
'SERÊ WE SAX BE, HIQÛQ MIR'
Hiqûqnas Ergîn Cînmen jî got, sedema girtina wekîlên HDP’ê ew e ku hemû muxalefetê enterne bikin û ev girtin şanîdêra vê daxwazê ye. Çînmen diyar kir, Tirkiye bi lez û bez ber bi rejîmeke otorîter ve diçe û hikûmet dixwaze di Rewşa Awarte ya ji rêveberiya şidiyayî jî girantir civakê bi rê ve bibe. Çînmen ragihand, di rewşa berdest de hiqûq mirî ye û got, "Serê we sax be."
'ÇAVTIRSANDINA HEMÛ MUXALEFETÊ YE'
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Banû Guveren jî diyar kir ku bi girtina wekîlên HDP’ê dixwazin hemû muxalefetê çavtirsandî bikin û got, "Siyasetmedarên ku dikarin siyasetrê bikin, cihê difikirin desteser dikin, bi vî rengî jî dixwazin beşekî mezin ê civakê çavtirsandî bikin, vîna wan bişikînin."