Hikumeta nû ya Merkel 5 peymanên çekan bi Tirkiyeyê re îmze kir

Eşkere bû ku ji 14'ê Adarê dema destpêkirina hikumeta nû ya Merkel û vir ve, bi rejîma Enqereyê re heta niha bi buhayê nîv milyon Euroyî 5 peymanên çekan hatine pejirandin.

Partiya Çep a Elman li ser bazirganiya çekan a Elmanyayê ya bi Tirkiye û Erebîstana Siûdî re, pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Wezareta Aboriyê jî bersiv da pêşnûme pirsê. Wezaretê bi bîr xist ku hikumeta nû ya Xiristiyanên Demokrat/Sosyal Demokrat a bi pêşengiya Serokwezîr Angela Merkel 14'ê Adara 2018'an dest bi kar kiriye û li ser peymanên çekan ên ji wê wextê heta 30'ê Hezîrana 2018'an hatine erêkirin, agahî da.

Li gorî bersiva wezaretê, 5 peymanên bi Tirkiyeyê re hatine pejirandin ku buhayê wan 418 hezar û 279 Euro ye. Ji 1'ê Çileya 2018'an heta 13'ê Adara 2018'an, 34 peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re hatin pejirandin ku buhayê wan jî 9,7 milyon Euro ye. Balkêş e ewqas peymanên zêde yên çekan ên bi Tirkiyeyê re di dema êrîşa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de hatine amadekirin.

FIROTINA ÇEKAN KÊM BÛBE JÎ DEWAM DIKE

Rêveberiya Berlînê par bi buhayê 34 milyon Euroyî 138 peymanên çekan bi rejîma Enqereyê re kiribû. Ev hejmar sala 2016'an derdora 83,9 milyon Euro bû. Ev agahiyên ku ji aliyê Wezareta Aboriyê ve bi rengekî fermî hatin eşkerekirin, nîşan dide ku peymanên li ser çekan ên Elmanyayê yên bi desthilatdariya Erdogan re kiriye, salên dawî kêm bûne.

Li gorî hin çavdêran, sedema vê yekê krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ye ku çend salên dawî giran bûye. Lê li aliyekî din jî tê gotin, ji ber ku Elmanyayê di sektora çekan de gelek mafên telîfê daye rejîma Enqereyê, artêşa Tirk dest bi hilberîna çekên xwe kiriye, lewma bazirganiya çekan kêm bûye.

Partiya Çep bi rengekî tund rexne li dewamkirina bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê kir. Yek ji wekîlên ku pêşnûme pirs amade kir Stefan Lîebîch, peymanên nû yên çekan ên bi Enqereyê re hatine îmzekirin weke rewşeke 'sosret' bi nav kir. Lîebîch xwest, rêveberiya Berlînê tavilê ambargoya çekan deyne ser Tirkiyeyê.

BI WELATÊN ÊRÎŞÎ YEMENÊ DIKIN RE PEYMANEKE NÛ NÎNE

Mafên telîfê bi heman rengî ji Erebîstana Siûdî re jî hatin dayin û bi vî rengî peymanên çekan ên bi vî welatî re kêm bûn. Di navbera 14'ê Adara 2018'an û 30'ê Hezîrana 2018'an de bi Erebîstana Siûdî re tenê peymanek hate îmzekirin ku buhayê wê 28 hezar Euro ye. Nirxê peymanên çekan ên 10 hefteyên destpêkê yên vê salê bi Erebîstana Siûdî re hatibûn kirin, 161 milyon Euro bû.

Di vê navberê de, hikumeta Merkel bi welatên endamê koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî êrîşî Yemenê dikin re heta niha ti peymaneke çekan amade nekiriye. Ev welat jî, Misr, Bahreyn, Qûweyt, Fas û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ne. Par bi 8 welatên ku êrîşî Yemenê dikin re bi buhayê 1,3 milyar Euroyî çek hatibûn firotin.