Heyeta Konseya Ewropayê diçe serdana Leyla Guven

Heyeta Konseya Ewropayê diçe serdana Leyla Guven

Serokê Kongreya Rêveberiyê Herêmî û Konseya Ewropayê ya Herêmî (AYBKY) Herwîg Va Staa, diyar kir ku dê biçin serdana endama xwe ya berê û şaredara barê Leyla Guven ku di 7’ê Kanûnê de hatiye girtin.Van Staa da zanîn ji bilî Guven gelek kesên din jî li Tirkiyeyê hatine girtin û got: “Hinek kes dibêjin Leyla Guven êdî ne endama kongreyê ye û hewl didin ji rojeva me de bixînin. Lê em wek Kongreya Rêveberiyê Herêmî û Konseya Herêmî ya Ewropayê ji bo azadiya hevala xwe Leyla Guven tu car paşde gavê navêjin.

Van Staa di daxuyaniya ku da de da zanîn ku dê şaredara berê Leyla Guven ziyare bikin. Va Staa  di heyeta ku diçe serdana Leyla Guven ya di girtîgeha Amedê de ye, du raportorên Tirkiyê yên ji Hollanda û Swêdê cih digirin û di encama serdanê de li ser navê kongreyê dê raporek bê amadekirin. Van Staa got dê raporê ragîhinin ji Lijneya giştî û Navenda AYBYK’ê.

Van Staa wiha pê de çû: “Di serî de Leyla Guven û gelek kesên hatine hilbijartin ji 2009’an heta niha di girtîgehê de ne.  Hinek dibêjin Leyla Guven êdî ne endama Kongreyê ye. Dixwazin vê ji rojeva me bixînin. Lê em ji bo azadiya hevala xwe Leyla Guven dê bikevin nava hewldanan.

TIRKIYE LI DIJÎ AYBYK’Ê BERPIRSYARE

Van Staa da di bedewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek kongreyê, ne tenê bi rewşa girtiyên hilbijêr, em dixwazin ku Tirkiye Peymana Konseya Ewaropayê ya der barê mafê kêmaran de qebûl bike. Di vê mijarê de em bi rapor û pêşniyaran girîngiyê didin tirkiyeyê.

Em Tirkiyeyê ji nêzve dişopînin. Ji me re ji wezaretên têkildar, îdareyên herêmî agahiyên me dixwest hat.  Ji bo em pêşveçûna van agahiyan bibînin em hewl didin raporek nû amade bikin.  Ji bo vê em ji Enqereyê li bende vexwendînameyê ne.

AYBYK’ê Tirkiye jî di nav de ji 47 welatên Ewropayê  şaredariyên herêmî re referanse. Salê du caran li bajarê Strasbourgê ya Fransayê ji bo lijneya giştî tên cem hev. Di kongereyê de piştî Leyla Guven hat girtin, şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn temsîl dike.