Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE û Seroka MPKE'yê re rûnişt

Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca û Nûnerê HDP'ê Fayîk Yagizay bi navê HDP'ê, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn Jagland re rûniştin.

Di hevdîtinê de, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û nêzî 7 hezar girtî tevlî bûne, hilbijartinên xwecihî hatin nirxandin.

Heyeta HDP'ê ji Thorbjorn Jagland xwest, di mijara tecrîdê û grevên birçîbûnê de diyalogê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re bike û ji bo çareseriya pirsgirêkê bikeve dewrê.

JI JAGLAND HATE XWESTIN KU DERFETÊN DIYALOGÊ BI KAR BÎNE

Heyeta HDP'ê ragihand, grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û ji Jagland xwest, ji bo çareseriya pirsgirêkê derfetên diyalogê bi kar bîne.

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay diyar kir, Thorbjorn Jagland beriya niha bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re axiviye û di mijara çareseriya pirsgirêkê de peyam şandiye ji Erdogan re. Yagizay anî ziman, wan careke din ji Jagland xwestine ku diyalogê bike.

BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ WÊ HINCETÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ JI HOLÊ RAKE

Yagizay anî ziman, Jagland ji wan pirsî ye ku pêkhatina hevdîtina parêzeran wê rê li ber çareseriyê veke yan na û got, endamên Heyeta HDP'ê jî jê re gotine, 'Daxwaza bingehîn a çalakgeran pêkhatina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re ye'. Yagizay da xuyakirin, eger malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin û derfetên hevdîtinên bi rêk û pêk bên afirandin, wê hincetên grevên birçîbûnê ji holê rabin û wan ev rastî ji Jagland re ragihandine.

JINÛVE JIMARTINA DENGAN, MAZBATA Û BIRYARNAME HATIN NIRXANDIN

Fayîk Yagizay diyar kir, di hevdîtinê de hilbijartinên xwecihî jî hatine nirxandin û bi taybetî li ser mijarên; jinûve jimartina dengan, rewşa deverên mîna Stenbolê û nêzîkatiya piştî hilbijartinê li dijî HDP'ê hate nîşandan, rawestiyane. Yagizay da xuyakirin ku wan agahî dane Sekreterê Giştî yê KE'yê ku mazbatayên namzetên bi ser ketine nehatine dayin, YSK'ê biryar daye ku mazbatayê nede kesên bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan bide AKP'iyên di rêza duyemîn de cih girtine.

HEWLDANÊN MPKE'YÊ WÊ BIDOMIN

Heyeta HDP'ê her wiha bi Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier re rûnişt. Di hevdîtinê de mijarên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û hilbijartinên xwecihî hatin nirxandin. Pasquier diyar kir, wê bersiv daye nameya Hevserokê berê yê HDP'ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş. Pasquier ragihand, di vê mijarê de wê nameyek ji serokê heyeta Tirkiyeyê ya li MPKE'yê re nivîsî ye û got, hewldanên wê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê bidomin.

BI CPT RE JÎ HEVDÎTIN HATIBÛ KIRIN

Heyeta HDP'ê pêr bi rayedarên CPT re jî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hevdîtin kiribû. Rayedarên CPT'ê diyar kiribûn ku di asta herî bilind de ew bi rayedarên Tirk re di nava têkiliyê de ne û hewl didin 'çareseriyeke demdirêj' peyda bikin.