Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê têkildarî karên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo daxuyaniyek da û xwest, Rêber Apo azad bibe.
Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê têkildarî karên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo daxuyaniyek da û xwest, Rêber Apo azad bibe.
Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê di 5'ê Îlona 2024'an de li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi kar kiribû.
Hewldanê karên xwe bi dawî kir û têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hewldana edaletê ji bo rewşa Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş ên tecrîdkirî ne bixe rojevê di Îlona 2024'an de dest bi kar kir û ji bo bidawîkirina tecrîdê karê xwe dewam kir."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hewldana ji bo edaletê ji aliyê komek ji parêzvanên mafên mirovan û aktîvîstan bi înîsiyatîfa şexsî hate avakirin û karê xwe li Enqere, Amed û Stenbolê meşand.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hewldana ji bo edaletê bi karê xwe pêşengî kir û işaret bi hevdîtinên Omer Ocalan û Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li Îmraliyê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser bûyer û gavên dawî yên siyasî, ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê Tifaqa Cûmhûr a li desthilatdariyê û hemû partiyên muxalefetê ve hate qebûlkirin, hewldana ji bo edaletê gihîşt wê encamê ku karê xwe bi ser ketiye û dawî li vî karê xwe anî. Hewldana edaletê tespîta wê yekê kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê dewam dike, di serî de desthilatdariya siyasî muxalefeta civakî û siyasî di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de fêhm kirin ku muzakerevanê sereke û muxatabê bingehîn Birêz Ocalan e. Niha ya ku divê bê kirin ew e ku muxalefeta siyasî û civakî bi rengekî hevgirtî dawî li tecrîda li girtîgeha Îmraliyê bîne, bikevin nava hewldanê ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Birêz Ocalan bêne pêkanîn. Em ên ku di nava hewldana edaletê de bûn, karê hewldanê bi dawî dikin û diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, aştî û edaletê bi biryardarî dewam bikin."