Hewldana 78'an: Me Denîz, Huseyîn û Yûsûf ji bîr nekir
Hewldana 78'an de, ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirina wan de bi bîr anî.
Hewldana 78'an de, ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirina wan de bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 6'ê Gulana 1972'an rojeke reş e û hate gotin, "Çîna serdest bi dstê darbekarên 12'ê Adarê xwestin 'şoreşgerên gel' ên nifşê 68'an tine bike, lê polîtîkaya wan bi ser neket."
Hewldana 78'an destnîşan kir ku ciwanên 68'an ên bi pêşengiya Denîz, Mahîr û Îbrahîman, ciwanên serhildana li dijî faşîzm û emperyalîzmê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, darvekirina Denîzan derb li hesta edaletê ya civakê xistiye û hate gotin, "Heta ku civak hesabê rabirdûya xwe nede, wê ev birîn nekewe."