Hevserokên HDP’ê sersaxî ji civaka Êzidî re xwest

Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo Lîdarê Rûhanî yê Civaka Êzidî Bavê Şêx peyamek parve kir û sersaxî ji bo civaka Êzidî xwest.

Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li ser wefata Lîderê Rûhanî yê civaka Êzidî Bavê Şêx peyamek parve kir.

Peyama Hevserokên Giştî ya HDP’ê wiha ye:

“Serê civaka Êzidiyan sax be, cihê Babê Şêx bihuşta baqî be!

Bi xemgîniyeke mezin em hîn bûn ku rêberê giyanî yê civaka Êzidiyan, serokê rêdar yê mirovatîya kevnar, cihgirê her heft milyaketan, şagirt û bîrdariyê aqil, Babê Şêx, li Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya Yezdan.

Babê Şêx, di temamî serboriya jiyana xwe de bi xizmet û xebata xwe, bû pişt û dengê civaka Êzidiyan. Di 60 saliya emrê xwe de, hem rola xwe ya di nava civakê de bi serkefetî û serfirazî lîst û hem jî ji aliyê têkiliyên aştî û biratiyê ya bi gelên cîran re bandoreke girîng û mayînde ava kir.

Babê Şêx, di dema fermana 73’an de, jinên Êzidî yên ku ji aliyê hovan ve hatibûn revandin, wek berpirsyariyeke mezin û serbilindahiyeke pak dîsa qebûl kir û rola xwe ya manewî di nav civaka Êzidiyan de bi serfirazî lîst. Bi vê gava bêhempa wî di mêjûyê Êzidiyatiyê de rêyeke nû vekir.

Bavê Şêx, di seranserî jiyana xwe de her gav berê xwe da roja pîroz û bi hêvîyeke mezin ji bo 72 miletan dua kir. Bi saya kerema wî, civaka Êzidiyan bi cîhanê re têkiliyeke nû ava kir. Qedem guhaztina wî wendahiyeke mezin e hem ji bo Êzdiyan û hem jî ji bo temamî gelên Kurdistanê.

Ji ber koça dawî ya Babê Şêx, em gelek xemgîn in. Bi vê minasebetê, em sersaxiyê li malbata wî, li civaka Êzidiyan û li temamî gelên Kurdistanê dikin. Serê me sax be, cihê wî bihuşta baqî be!”