Hevserokên HDP’ê bi nameyekê êrîşa li ser HDK’ê û PKD-Î şermezar kir

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve êrîşa 8’ê Îlonê ya li Koyê ya li ser Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê- Îranê (PDK-Î) şermezar kirin.

Di nameyê de ku ji bo rayedarên HDK’ê û PKD-Î’yê hatibû nivîsîn, hate gotin, ‘’Em sersaxiyê didin malbatên wan kesan ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û sersaxiyên didine hemû hevrêyên wan ên HDK û PDK-Î’yê û hemû gelê Kurdistanê, ji bo ku birîndar zû rabin ser xwe em duakar in.’’

 ‘JI BO DAXWAZÊN KURDAN DIVÊ BI LEZGÎNÎ GAV WERIN AVÊTIN’

Hevserokan di nameye de gotin Kurd têkoşîna azadiyê di nav her şertî de didomînin, di serî de Îran, divê devletên herêmê dev ji polîtîkayên tundiyê biqerin û bang kir ku ji bo daxwazên mafdar û demokratîk ên Kurdan bi rêya aştiyê çareser bibin bi lezgînî gavan bavêjin.