Hevserokê KCD'ê: Dagirkirina Efrînê îlana dijminatiya li Kurdan e
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got, dagirkirina Efrînê tê wateya îlana dijminatiya li Kurdan.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got, dagirkirina Efrînê tê wateya îlana dijminatiya li Kurdan.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, gefên Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ê li Efrînê dixwest ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê îlana dijminatiya li Kurdan e. Ozturk ragihand, Erdogan ê ku li siyaseta hundir û derve tengav bûye hewl dide di ser Efrînê re emrê desthilatdariya xwe dirêj bike. Ozturk destnîşan kir ku encama van polîtîkayên êrîşkar wê giran be.
Berdan Ozturk bi bîr xist ku ev yek gefa û êrîşa destpêkê ya dewlet û hikumeta Tirk a li dijî Rojava nîne û got, bi rêya van polîtîkayên êrîşkariyê dixwaze pêşî li statuya Kurdan a li çar parçeyan bigire. Ozturk da xuyakirin, êrîşa li dijî Efrînê ji pêvajoya Kobanê cuda nîne û anî ziman, ev êrîş îlana dijminatiya rejîma AKP-MHP'ê ya li Kurdan e.
'HEWL DIDIN EMRÊ DESTHILATDARIYA XWE BI VÊ ÊRÎŞÊ DIRÊJ BIKIN'
Ozturk ragihand, gefên Erdogan ên li ser Efrînê nîşaneya tengaviya wî ya li siyaseta hundir û derve ye û got, "Ji xwe polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê îflas kir. Wê li Mizgeta Emewî nimêj bikira, nebû. Destpêkê balafira Rûsan xistin û piştre xwe avêtin hembêza wan. Rewşa wan li nava welêt nebaş e; ji aliyê aborî û siyasî ve tengav bûne. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin, berê xwe dane eniya neteweperestan. Bêguman pêwîstî bi dijminekî heye. Kî li pêşiya wan heye? Kurd hene. Bi rêya êrîşa dijî Efrînê dixwazin eniya neteweperest xurt bikin, serdest bikin û emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin."
'ŞEREKÎ GENGAZ WÊ LI DEVERÊN CUDA JÎ RÛ BIDE'
Ozturk diyar kir, li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku îro bi wekaletê şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime, Kurdên li Rojava ji xwe re rêyeke sêyemîn hilbijartine û di vê rêyê de dimeşin. Berdan Ozturk bi bîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yekem hêz e ku çeteyên DAÎŞ'ê têk birine û got, "QSD ku herêm ji DAÎŞ'ê paqij kir û li pey hev serketinan bi dest dixe, nîşan da ku li Rojhilata Navîn hêzeke. Lewma QSD û Federasyona Bakurê Sûriyeyê hêzek in. Eger hûn li dijî vê hêzê tevbigerin, hûn neçar in pêşwazî li encamên wê jî bikin. Êrîşeke gengaz a li dijî Efrînê wê bandorê li deverên din jî bike û ev tê wateya rûdana şerekî ji 10 salan û hilweşandine mezin. Ne Rûsya, ne Amerîka, ne Sûriye, ne jî Îran dikarin vê bidin ber çavên xwe."
'ENCAMÊN WÊ JI BO HEMÛYAN WÊ GIRAN BIN'
Ozturk diyar kir ku geşedaneke li Efr;înê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike û rê li ber encamên kambax veke. Ozturk diyar kir ku Kurd li dijî êrîşeke wiha wê bêdeng nemînin û got, "Hûn ê biçin, di nav sînorên dewleteke dî de êrîşê bibin ser qadeke ku Kurd lê serdest in û bi ser de Kurdên wir bi ser Tirkiyê de ti êrîş neanîne û guleyek neavêtine. Ev çiye? Diyarkirina ya li ber çavan e. Çi ye ev? Dijminatîya li Kurdan. Ev nayê qebûlkirin û li dijî vê dijminatiyê Kurd bêdeng namînin. Pêvajoya Kobanê li bîra me hemûyan e. Hêvî dikim ku gelên Tirkiyê van encaman bibînin, nerazîbûna hewce nîşan bidin û li pêş vê bibin asteng, ji ber ku encamên vê ji bo me hemûyan wê giran be."