Hevserokê DBP’ê Arslan hate binçavkirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, li navçeya Westan a Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate binçavkirin. Arslan piştre hate berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, li navçeya Westan a Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate binçavkirin. Arslan piştre hate berdan.
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ê ku li Wanê beşdarî civîna gel bibû, di derketina bajêr de ji aliyê leşkerên nuqteya kontrolkirinê ve hate binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Arslan ê ku li ser pirsa leşkerên daxwaza nasnameyê kirin, got; ez Hevserokê Giştî yê DBP’ê me û ji ber vê sedemê nasnameya xwe nadim, li ser vê bi awayekî kêfî xistine binçavan û birine qereqolê. Arslan piştî karûbarên li Qerqola Yoldondu ya Westanê bi dawî bû hate berdan.