Hevşaredarên DBP'yî hatin binçavkirin

Hevşaredarên Farqîn û Sûrê jî di nav de gelek siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê vê carê Hevşaredarên DBP'yî hedef girtin. Tevî Hevşaredarên Farqîn û Sûrê gelek kes hatin binçavkirin.

Li Farqînê ku dewletê duh 3 taxên wê dorpêç kir û di encama êrîşên xwe yên li vir de 2 kes qetil kir, polîsan avêtin ser malan.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a li navçeyê ye ragihand ku li bajêr operasyoneke mezin tê meşandin û got, "Hevşaredara me Yuksel Bodakçi ya bi min re li heman malê dima, hat binçavkirin. Em hînê nizanin bi giştî çend kes hatine binçavkirin. Lê belê li her derê polîs hene."

Yîgîtalp diyar kir ku Hevşaredarên Sûrê jî hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn, Fatma Şik Barûk, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Sûrê Alî Riza Çîçek, xebatkara meclîsê ya DBP'ê Guneş Olmez, di operasyonên danê sibehê yên hevdemî de hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku welatiyên hatine binçavkirin, ji ber xwerêveberiyên hatine îlankirin, hatine binçavkirin.