'Hevkariya ewlehiyê' ya Berlîn-Enqerê tê çi wateyê?

Bi pêvajoya nermbûnê ya di navbera hikûmeta Elman a Federal û desthilatdariya Erdogan de serdema ‘hevkariya ewlehiyê’ dîsa dest pê kir.

Şandeyeke ji wezareta karê hundir ê Tirk, li Berlînê ji bo bi rayedarên wezarata navxweyî ya Elman re biaxivin dest bi hevdîtinan kirin ku 2 rojan wê berdewam bike.

Serdema rageşiyê ya di navbera hikûmeta Merkel û rejîma Erdogan de ku ev salek bû dom dikir bi fermî qediya. Nermbûna dîplomatîk ku piştî wezîrê karê derve yê Elman Sîgmar Gabrîel hate Tirkiyê û piştre hevtayê wî yê Tirk Mevlût Çavûşoglu çûyî Elmanya kete qonaxeke dî.

Piştî vê nermbûnê di navbera Berlîn-Enqerê de pêvajoya dostaniyê ku jê re ‘hevkariya ewlehiyê’ tê gotin dest pê kir. Şandeyeke ji Wezarata Navxwe yaTirk duh li Berlînê, tevahiya rojê bi rayedarên Wezareta Navxwe ya Elman re rûniştin. Ev hevdîtinan ku pêşî Dîe Welt anî ser zimên hate piştrastkirin, şandeya Tirk jî wêneyên hevdîtinê li ser medya civakî par vekirin.

Wezarên du welatan jî weke salên berê dixwazin têkiliyên xwe yên berê ava bikin. Ji bo vê jî du rojan li Berlînê bi hikûmeta Merkel re li Berlînê şandeya Tirk hevdîtinan wê bikin. Li ser navê şandeya Tirk misteşarê wezareta navxwe Muhterem Înce û li ser navê şandeya Elman jî misteşara wezaretê Emîly Haber heye.

LI SER MASÊ HEVKARIYA DIJÎ KURDAN HEYE

Balkêş e ku hevdîtin di demeke wiha de pêk hatiye ku hevdîtin di wê demê de ye ku dewleta Tirk xwe kar dike êrîşê bi ser Efrînê de bibe û lêpirsînên li ser Kurdan li gorî yên 2017’an 10 carî zêde bûne û bûye 130.

Hevdîtinên bi şandeya Tirk re duh ji Berdevkê Wezareta Navxwe Johannes Dîmroth hate pirsîn. Dîmroth diyar kir ‘li gel zehmetiyan’ jî Tirkiye ji bo Elmanya girîng e û got, ‘’Berjewendiya hevpar a du welatan jî di mijara têkoşîna dijî terorê de heye. Biya me hevdîtin di demeke rast de dest pê kirin.’’

Rayedarê Elman bi berdewamî got misteşar ‘bi armanca ku li ser niqteyên berjewendiyên hevpar bi pêş ve biçin’ hev dibînin. Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de Berlînê ji Enqerê daxwaza hevkariyê kiriye di mijara endamên çete yên DAÎŞ’ê de û aliyê Tirk jî dijî têkoşîna azadiya Kurd û muxalîfên Tirkiyê hevkarî xwestiye.

Şandeya Tirk daxwazen xwe bi ‘têkoşîna dijî xebatên PKK’ê û DHK-C’ê yên li Elmanyayê’ hişkere kir û diyar bû ku rayedarên Elman tiştên ku bi çarçoweya têkoşîna dijî PKK’ê tê kirin wê ji Tirkiyê re were vegotin.

‘HEVKARIYA EWLEHIYÊ ÇI YE’?

Tora herî herî girîng a ‘hevkariya ewlehiyê’ ya ku reyedarên wezaretên du welatan dane destpêkirin xwe dispêrê parvekirina îstîxbarî û di lêpirsînan de du welat hevkariya hev bikin. Par hatibû dîtin bê ka ev hevkariyeke çawa ye. Bi daxwaza dadgehên Tirk li Elmanya bang li hin kesan kribûn ku biçin îfadeyê, her wiha dozgeriya federal a Elman jî di ‘sûcên siyasî’ de ji îstîxbarata Tirk destek standibû.

Hevkariya bi MÎT’ê re herî hişkere li Mûnîhê di darizandina 10 endam û rêveberên ATÎK’ê de diyar bûbû. Li gel îtîraza 15 rûpelî ya parêzeran jî ku MÎT’ê şandibû Elmanyayê, diyar bûbû ku ew kiribûn dosyaya delîlan. Li gel nîşeya ‘ev agahî di encama xebata îstîxbarî de hatiye bidestxistin’ jî belgeya di dosyayê de ji wan agahiyan pêk dihat ku MÎT’ê li Elmanyayê bi xebatên îstîxbarî berhev kiribû.

Yek ji delîla wê ku MÎT çendî bi îstîxbarata Elman bawer dibe jî Sibata par derketibû holê. Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ku tevlî Konferansa Ewlehiyê ya MÎT’ê bûbû ji Serokê rêxistina îstîxbara derve ya Elman BND’ê Brûno Kahl re gotibû ,’’Em ji bo van navan hevkariyê dixwazin’ û lîsteyeke ku navê 367 kesan tê de bû, dabûyê.

Lê hikûmeta Merkel ji bo hesabên siyasî lîste deşîfre kiribû û hin navên di lîsteyê de jî ji hêla polîsan ve hatibûn hişyarkirin.